‘Wateya hevdîtinê bidawîbûna tecrîdê nîn e’

Malbatên şehîdan ên Hesekê diyar kir ku hevdîtina parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê wateya ku tecrîd hatiye şikandin. Her wiha diyar kir ku ew ê çalakî û grevên birçîbûnê heta şikandina tecrîdê berdewam bikin.

‘Wateya hevdîtinê bidawîbûna tecrîdê nîn e’
7 gulan, 2019   11:15
HESEKÊ – NESRÎN ELÎ – SILAVA ABDULREHMAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 2`yê Gulanê, bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinek kir. Piştî 8 salan ji tecrîdê ku ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve li ser Ocalan tê ferzkirin, ev cara yekemîn e ku hevdîtin bi pê re tê kirin. Li gorî çavdêran ku hikumeta Tirkiyê derfet da parêzeran hevdîtinê bi Ocalan re bikin, ji bo dengên Kurdan di hilbijartinên ku Erdogan dixwaze careke din li Stanbolê dubare bike, bigire. Hinek kesên din jî got armanca wê ew e ku çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin, ji ber ku rewşa hundirîn a Tirkiyê pir xirab e.

Di vê çarçoveyê de malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re axivîn.

Welatiyê bi navê Elî Mihemed bavê şehîd Rehşan destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji hevdîtina parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ew e ku çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibin û wiha anî ziman: "Tirkiye îdia dike ku bi vê hevdîtinê tecrîd bi dawî bû. Lê tecrîd hîn berdewam e. Dewleta Tirk a dagirker her tim şerê fikra neteweya demokratîk dike."

Bavê şehîd Rehşan tekez kir ku ji ber kiryarên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd hîn tecrîd berdewam e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek malbatên şehîdan dê heta şikandina tecrîdê çalakiyên xwe berdewam bikin û em ê banga azadiyê û aştiyê bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hesen birayê şehîd Adil diyar kir ku armancên  Ocalan xebatên aştiyane yên siyasî û civakî ne ku şer naxwaze, dewleta Tirk a dagirker şer û tevliheviyê dixwaze û itîrafê bi fikrên neteweya demokratîk û mafên gelê Kurd nake.

Hesen diyar kir ku xwestekên wan wekhevî, aramî û aştî ne û wiha dewam kir: "Bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu carî aştî çênabe. Em ê piştgiriya bi Leyla Guven û hevrêyên wê yên di greva birçîbûnê de bidomînin. Hevdîtina bi rêber Ocalan re nayê wetaya bidawîbûna tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê."

Xelef Dirêyî bavê şehîd Malik jî got ew 3 caran bi Ocalan re civiyaye û diyar kir ku her tim Ocalan banga aştî, azadî û projeya demokratîk dikir.

Xelef Dirêyî di axaftina xwe de wiha anî ziman:"Ez ji aliyê rejîma Sûriyê ve rastî lêdanê hatim da ku ez ji netewe û fikrên xwe paşde vegerim. Lê min xebatên xwe ji bo azadiya rêber û welatê xwe dewam kirin."

Dirêyî got armanca dewleta Tirk ji hevdîtina bi Ocalan re ew e ku îradeya gelê azadîxwaz ku dixwaze tecrîda li ser rêberê wan bi dawî bibe, bişikîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe dixebite. Ev hevdîtin jî vê yekê diyar dike. Hevdîtin nayê wateye ku tecrîd bi dawî bûye."

(bx)

ANHA