Gerîla ji hewa ve li qereqoleke artêşa Tirk da

Gerîlayên HPG/YJA Starê ji hewa ve li Qereqola Girê ya li Çelê xist. Avahiyên li nava qereqolê gelek caran hatin bombekirin û hate diyarkirin ku der barê windahiyên artêşa Tirk a dagirker de agahî bi dest neketine.

Gerîla ji hewa ve li qereqoleke artêşa Tirk da
7 gulan, 2019   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ji hewa ve ya li Çelê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

 "Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, 6'ê Gulanê (duh) saet di 16:40'an de hêzên me li navçeya Çelê ya Culemêrgê, li dijî Qereqola Girê çalakiyek pêk anî. Di vê çalakiyê de ji hewa ve gelek bombe li qereqolê hatin barandin û derb li hin avahî û çeperan ketin.

Li ser windahiyên dijmin agahî bi dest neketin. Piştî çalakiyê ji Qereqola Girê topbaran li derdorê hate kirin. Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, saet di navbera 16:50 û 17:15'an de bombe li qadên Kurojehro û Çemço yên Zapê barandin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me, lê xisar li cografyaya Kurdistanê kir.”