Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne

Xwarin û vexwarinên ku di meha Remezanê de têne bi karanîn li her herêmeke ji ya din cûdatir e. Lê taybemendiya Minbic û gundewarê wê cuda ye. Hindek firoşkar debara xwe bi firotina xwarin û vexwarinên Remezanê peyda dikin.

Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
Di meha Remezanê de sûkên Minbicê qerebelix bûne
7 gulan, 2019   06:40
MINBIC

Meha Remezanê ji bo muslimanan ji mehên herî merd e. Cîhana Islamî di vê mehê de rojî digirin û ji şefeqê heya ku roj biçe ava ne dixwin ne jî vedixwin. Di vê mehê de gelek xwarin û vexwarinên gelêrî belav dibin.

Xwarinên cihereng mîna marûk bi tevahiya çêj û teşeyên xwe ve. Marûk cureyek şêranî ye û tenê di meha Remezanê de belav dibe. Rojîgir ji bo ku ronên ku winda kirine, vexwarinên mîna sûs, temir hindî û qemer hindî piştî fitarê vedixwin. Sûs yan bi teşeya rohn di turikan de tê firotin yan jî bi teşeya hişk kokên şînatiya irq sûs a ku hatiye hişkkirin.

Bi hatina Remezanê re ev xwarin û vexwarin di nav sûkan de belav dibin. Şênî bi awayekî mezin di vê meha pîroz de diherikin nav sûkan. Tevî wê jî li pêla buhabûna kelûpelan bi hatina Remezanê re şêniyan aciz dike.

Bazirganên bajarê Minbicê û gundewarê wê sedema wê vedigerînin buhabûna madeyên destpêkê yên ku li Minbicê û gundewarê wê nayên peydakirin.

(şx)

ANHA