`Berxwedana Leyla Guven efsanewî ye`

Nûnera jinên êla El-Tewariq û çalakgera sivîl a Amezîx a Lîbyayê Xedîce Endîdî berxwedana Leyla Guven bi efsanewî wesifand. Xedîce got: “Mîna berxwedana jina Kurd li cîhanê tune ye. Doz û dijminên me yek in, ji ber wê divê em têkliyên xwe bi hev re ava bikin û sûd ji tecrubeya hev du bigirin. Da ku li dijî  hemû siyasetên çewisandinê yên li dijî me bisekinin."

`Berxwedana Leyla Guven efsanewî ye`
7 gulan, 2019   05:42
HELEB-ROZANA DADO

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk Leyla Guven ji zêdetirî 181 rojan ve çalakiya xwe berdewam dike.

Girêdayî mijarê nûnera jinên êla El-Tewariq a Lîbyayê û çalakgera sivîl a Amezîx Xedîce Endîdî ji ajansa me re axivî.

Xedîce di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di dirêjahiya dîrokê de jinê serî li hember binpêkirinên ku ji hêla desthilatdariya mêrdestiyê, ol û pergalan ve pêk tên, netewand. Li hember wan zextan sekinî û berxwedanek destanî nîşan da. Bi taybet berxwedana jina Tarîqiye û Kurd. Heta serdema me ya niha li berxwe didin. Isbata wê jî tevlibûna jina Tariqî, Sûdanî û Cezayirî di xwepêşendanên gelêrî de yên ku hêza xwe ji berxwedana jina Kurd li Bakurê Sûriyê digirin."

‘Leyla Guven jina hesinkar e’

Girêdayî çalakiya Leyla Guven, Xedîce berxwedana wê bi efsanewî wesifand û got: “Divê Leyla bi jina hesinkar were bi navkirin. Ji ber ku biryarek destanî da û bi hezaran li ser şopa wê dest bi grevê kirin. Her wiha ji hundir û derveyî welêt jî bi hezaran piştgiriya wê dikin. Ev jî asta mezinbûn, hêza jinê bi giştî isbat dike, bi taybet soza ku jina Kurd daye da ku têkoşînê bidomîne.”

Têkildarî bêdengiya navdewletî Xedîce diyar kir ku çalakiya Leyla Guven û hevalên wê ne tenê tecrîdê, heman demê de bêdengiya navdewletî û cîhanî şermezar dike. Xedîce gotinên xwe wiha domand. “Ev xizmeta berjewendiyên wan ên birciwazî û desthilatdarî nake û siyasetên wan ê ku êdî xuya bûne eşkere dike. Fikrê Ocalan xizmeta gelên bindest dike."

‘Doza me yek e divê em têkîliyan ava bikin û sûd ji tecrubeya hev du bigirin’

Xedîce Endîdî destnîşan kir ku dewletên şofanîst ji kesên cesûr ditirsin, hema wan digirin û ji bo ku morala wan bişkîne bi hovatirîn şêwazan îşkence dikin. Xedîce got: “Ev dewlet tirsê dixin dilê gel da ku banga mafê xwe neke. Doz û dijminê me yek in. Ji ber wê divê em têkiliyan ava bikin û sûd ji tecrubeya hev du bigirin da ku li hember siyasetên me diçewisînin bisekinin.”

Nûnera Jinên El-Tewariq a Lîbyayê û çalakvana sivîl a Amezîx Xedîce Endîdî di dawiyê de got: "Wek jinên Tewariq em bi têkoşer û şervanên jin ên Kurd serbilind in. Em sûd ji tecrubeya têkoşîna jina Kurd a destanî bi taybet li Koban û Efrînê digirin. Em berxwedana wan silav dikin û rehmetê ji tevahiya şehîdan re dixwazin. Em hêvî dikin ku gelê Kurd vegere Efrînê û vîna jinê li tevahiya dinyayê bi serkeve. Ka em yekîtiya xwe ava bikin û ji tevahiya civakan re bibin ronahî. Ji ber ku eger jin azad bibe dê civakê bi xwe re azad bike."

(şx)

ANHA