Çanda çêkirina qamîşan li Reqayê hîna zindî ye

Jinên herêma Reqayê tevî pêşketinên pêşeyî heta niha çanda kevnar a çêkirina qamîşan parastine û ji bo çêkirin qamişan di nava pêşbaziyê de ne.

Çanda çêkirina qamîşan li Reqayê hîna zindî ye
Çanda çêkirina qamîşan li Reqayê hîna zindî ye
Çanda çêkirina qamîşan li Reqayê hîna zindî ye
Çanda çêkirina qamîşan li Reqayê hîna zindî ye
7 gulan, 2019   05:20
REQA – HEMED EL-MUSTEFA

Jinên gundewarên Reqayê ruxmî pêşketinên heyî ji çand dapîrên xwe dûr nakevin. Bi taybet di çanda çêkirina qamîşan. Qamiş ji bo dabeşkirina mal  û xemilandinê tê çêkirin. Lê di demên dawî de ev çand tenê di konan de sînordar maye.

Qamîş xemla malê an jî benda ku di çadirê de tê danîn e. Da ku cihê zilam ji yên jinan ji hev cûda bike. Çêkirina qamiş ji pîşeya herî kevin e di dîroka bajarê Reqayê de. Bi taybet ji aliyê jinan, xwediyên sewalan û koçeran ve tên çêkirin.

Qamîş ji qirşa zil an jî burdî ku herî zêde li beravan şîn dibin, pêk tê. Bi kêr an jî birekan tên birîn û bi tayên pembo li rex hev têne danîn û asê kirin.

Ji bo çêkirina qamîşan, destpêkê stûnek bi dirêjahiya 2 metreyan an zêdetir tê danîn. Bi şerta ku ji erd bi qasî 120 cm bilind be. Piştre sê dezî yan jî zêdetir bi stûnê ve tên girêdan

Jina bi navê Fatima El-Xelîl ku heta niha vê pîşeyê diparêze dibêje: "Tu kes nizane keda ku di çêkirina qamîşan de tê dayîn. Ji bo çêkirina qamîş baldarî, diqet û huner pêwîst e. Li ser qamîş resmên xweşik tên rêzkirin,  wekî tablo li dîwarên malan û diknan wekî bîranînê kevneşopî dadilqînin.

Fatima diyar kir ku jin di çêkirina qamîşê de di pêşebaziyê de ne. Ji ber vê yekê pirê caran wekî tabloyeke hunerî, bi teneke û rengên gelerî yên bi resmên sewal û nebatan tê dîtin.

Li ser qezenciyên ku jin di vê karî de bi dest dixin, Fatima diyar kir ku beriya aloziya Sûriyê ev çand ji bo hin malbatan wekî qezenciyeke madî bû û wiha got: “Di wê demekê de her mîtreyeke dam bi 100 lîreyên Sûrî dihat firotin. Xelkê pê odeya mêvan dixemilandin, lê niha tenê di konan de tên dîtin.”

(bb)

ANHA