Hejmara qurbaniyên balafira Rûsyayê gihaşt 41’an

Hejmara qurbaniyên balafira rêwiyan a Rûsyayê ku li balafirgeha Sheremetyevo ya paytext Moskovê kete xwarê, gihaşt 41 kesî.

Hejmara qurbaniyên balafira Rûsyayê gihaşt 41’an
6 gulan, 2019   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Sky Newsê ragihand ku rayedaran diyar kir ku hejmara qurbaniyên balafira Rûsyayê ya ku li balafirgeha Sheremetyevo kete xwarê, gihaşt 41 kesî.

Di vê derbarê de Komîteya Lêpirsînê got di balafirê de 78 kes hebûn û di nav de jî xebatkarên balafirê jî hene.

Komîteyê ev agahî dan: "Li gorî agahiyên berdest ku lêkolîneran heta niha bi dest xistine, 38 kes rizgar bûne û hejmara berê hatibû destnîşankirin ku tenê 13 qurbanî ji nav 78 kes hene, hate nûkirin.”  

Tê zanîn ku balafir ji cureya Spurcet 100 bû ku piştî Sovyetê yekem balafira sivîl a Rûsyayê ye ku hatiye çêkirin û duh di navbera Moskov û Murmanskê de sefer kir.

 Ajansa Interfax a Rûsyayê ji çavkaniyekê ragihand ku her du sindoqên reş ên balafirê rastî tu ziyanan nehatine, her wiha tekez kir ku mirov dikare detayên wê bixwîne û dahurîne.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku her du sindoq radestî Desteya Balafirgehan a Navdewletî (Desteya Balafirgehan ji endamên Weqfa Dewletên Serbixwe pêk tê) da ku detayên ketina balafirgehê dahûrînin.

Îro jî çavkaniyeke tenduristiyê ji Sputnîkê re diyar kir ku naskirina nasnameyên piraniya kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye, dê bi rêya DNA’yê werin naskirin.

(eh)