Êrîşeke berfireh li dijî baregeha Himêmîm a Rûsyayê pêk hat

Baregeha Himêmîm a Rûsyayê ji 11 rojan ve rastî topbarana 4’emîn a êrîşa çeteyên girêdayî Tirkiyê tê. Li aliyekî din jî rejîma Sûriyê û Rûsya di topbaranên “herêmên bêçek” de berdewam in.

Êrîşeke berfireh li dijî baregeha Himêmîm a Rûsyayê pêk hat
6 gulan, 2019   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din çeteyên girêdayî Tirkiyê êrîş bir ser balafirgeha Himêmîm a leşkerî ya li bejahiya parêzgeha Laziqiyê. Ev baregeha Rûsyayê ya mezintirîn e li Sûriyê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku baregeh rastî êrîşa roketan hat. Her wiha sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê pêş wan roketan girt. Hin roket li eraziyên derdorê û gundên Qibêsiyê û Bexedremo ketin. Tu agahî der barê ziyanên mirovî de ta vê kêliyê jî bi dest neketine.

Di 2’yê Gulanê de jî baregeha Himêmîm dîsa rastî êrîşa roketan a çeteyên Tirkiyê hat. Navendê diyar kir ku êrîşa şevê din a 3’emîn e ji 7 rojan ve.

Topbaranên dijwar ji hêla rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve li “herêmên bêçek”

Vê sibehê helîkopterên rejîmê 13 bermîl avêtin herêmên bêçek. 8 jê li bajarokê Hibêt ê başurê Idlibê û 5 jî li bajarokê Kefirnebode yê bakurê Hemayê ketin. Li rexê jî bombebaranên bejahî yên dijwar ji hêla hêzên rejîmê ve li dijî her du bajarokan berdewam in.

Balafirên şer ên rejîmê deverên Kefersicna û derdorên wê yên başurê Idlibê bi 4 êrîşan kirin hedef. 2 êrîş jî li dijî gundê Seyad pêk hatin. Her wiha vê sibehê balafirên Sukhoi herêmên Kîtîbeya koçbûyî ya rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Li Cenabîra û Keferneboda ya bakurê Hemayê  jî di navbera hêzên rejîmê û çeteyên girêdayî Tirkiyê de şer berdewam e.

Li aliyekî din jî balafirên şer ên Rûsyayê herêmên qaşo bêçek ji şevê din heta vê sibehê bi 33 êrîşan topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, êrîşên Rûsyayê herêmên Xan Sibil, Termela û Ebdîta kir hedef. Gundê Zirbê û Himêra ya başurê Helebê, Hirş El-Qesabiyê, Mexer El-Hemam, derdora Kefer Uwêd, Kefir Sicne, bakurê Xan Şêxon, Qilêdîn, Niqêr, derdora Şinan û derdora Mozera jî rastî êrîşên Rûsyayê hatin.

Navendê ji duh ve 20 kuştî di encama şerê di navbera rejîma Sûriyê û komên çete de li herêmên bêçek û herêmên Hemayê yên ku piştevaniya xwe ji Tirkiyê digirin, belge kirin.

(fr)