`Çalakiya Leyla Guven ber bi serkeftinê ve diçe’

Eyşe Efendî got bêdengiya hêzên navneteweyî li hember çalakiya hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven tê wateya ku hîn komplo li ser gelê Kurd berdewam e û teqez kir ku çalakiya Leyla Guven ber bi serkeftinê ve diçe.

`Çalakiya Leyla Guven ber bi serkeftinê ve diçe’
6 gulan, 2019   06:26
KOBANÊ- STÊRA NEBÎ –HÊVÎDAR HERANÎ

Di 8`ê Mijdara 2018`an de hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û ev 180 roj e çalakiya xwe berdewam dike. Bi serkêşiya Leyla Guven bi hezaran kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û 2 kes ji wan çalakgeran jiyana xwe ji dest da, tevî vê yekê jî hemû cîhan bê deng maye.

Der barê mijarê de endama Rêveberiya Komîteya Têkiliyan a PYD`ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî çalakiya Leyla Guven wiha nirxand: “Çalakgerên ku ketine greva birçîbûnê, em wek gazî wan pênase dikin, di şexsê Leyla Guven de bi sedan kesan dest bi çalakiyê kir, ji ber ku Leyla Guven li cîhanê deng veda û bandoreke mezin li dijmin kir. Dewleta Tirk xwest bi serdana birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyan bi dawî bike lê encam jê negirt û çalakger çalakiya xwe didomînin."

Armanca serbestberdana Leyla Guven sekinandina çalakiyê bû

Eyşe Efendî destnîşan kir ku Leyla Guven di zindanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û demeke dirêj di zindanê de çalakiya xwe didomand. Eyşe wiha dewam kir: “Dijmin ew ji zindanê serbest berda ji bo ku Leyla Guven çalakiya xwe bi dawî bike, lê belê tevî ku rewşa wê ya tenduristî jî ne baş bû, çalakiya xwe dewam kir û hêz da gelê derdora xwe û bi serkêşiya Leyla Guven bi sedan kesî dest bi çalakiyê kir.”

Nameya Leyla Guven ji bo gelê Kurdistanê

Eyşe Efendî beriya demekê li ser telefonê bi Leyla Guven re axivî û nameya wê ya ji bo gelê Kurdistanê ji ajansa me re parve kir û got: “Beriya demekê ez bi Leyla Guven re axivîm, bi rastî min hêz ji wê girt dema ku min dît tevî temenê xwe, ew qas roj e di çalakiyê de pir bi moral bû. Leylayê wiha ji min re got: "Em di rewşeke pir girîng re derbas dibin, ji ber ku berxwedaneke pir hêja tê kirin. Daxwaza min zelal e, lê ez bawer im ji sedî sed em ber bi serkeftinê ve diçin. Her ku ez dibînim bi hezaran çalakvan radibin ser pêyan û meşan li dar dixin, ez pir hêzê jê digirim, ez silavên xwe ji hemû gelê Rojava re dişînim."

Divê li derdora çalakgeran xelekek ji agir bê çêkirin

Eyşe Efendî wiha pê de çû: “Pêwîst e her kes li ser rêya van kesên ku ketine greva birçîbûne bin û li derdora wan xelekek ji agir bin, wekî ku çalakvan li ber xwe didin em jî li ber xwe bidin û hemû pêkhateyên ku bi hev re dijîn, di asta vê berxwedanê de bin. Gefên dijmin li ser me hene, pewîst e em her tim ji bo şerê li pêşiya xwe amade bin.”

Armanca çalakvanan dê pêk werin

Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêkanîna armancên çalakvanan di dest me de ye ku em xwedî li berxwedana wan derkevin û hîna zêdetir bixebitin da ku tecrîda li ser  serok Apo bê rakirin û hevdîtinên siyasî pê re bên kirin."

Rojiya mirinê ket roja 7’an

Rojiya mirinê ya 15 girtiyan li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 7'emîn de dewam dike û rewşa çalakvanan her ku diçe krîtîktir dibe. Navên çalakvanên rojiya mirinê wiha ne: Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek, Ardil Çeşme, Asli Dogan, Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk, Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.

ANHA