Şêniyên Dêrazorê bûyerên belavkirina tevliheviyê û binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin

Îro bi sedan şêniyê bajarokê Sewir yê gundewarê Dêrazorê ji bo ku hewldanên hindek kesan ji bo belavkirina fîtneyan şermezar bikin meşiyan. Her wiha binpêkirinên Tirkiyê yên li Efrînê jî hatin şermezarkirin.

Şêniyên Dêrazorê bûyerên belavkirina tevliheviyê û binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê bûyerên belavkirina tevliheviyê û binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê bûyerên belavkirina tevliheviyê û binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin
Şêniyên Dêrazorê bûyerên belavkirina tevliheviyê û binpêkirinên Tirkiyê şermezar kirin
5 gulan, 2019   15:02
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên bajarokê Sewirê yê ku dikeve gundewarê rojhilatê Dêrazorê li ber avahiya Meclisa bajarok kom bûn û reftariyên hindek şêniyên herêmê ji xwepêşedanên bêserûber û qutkirina riyan bi meşekê şermezar kirin.

Tevî şêniyan endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn û pankartên bi nivîsên `Na ji ezeztî û tekekesî re`, `Bijî QSD`, `Na ji dîwarê parçekirinê re’, `Welat yek e gel yek e dil yek e`, `Dêrazor û Efrîn yek in` hildan.

Şênî di nav kolanên bajarok de ber bi çarxeriya Sewirê li navenda bajarokê ve meşiyan. Li çarxeriyê meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de axftin bi navên Meclisa Bisêtîn hevserokê Meclisê Haşim El-Milhêm û Komîteya Jin a Meclisa Sewirê Hind El-Şilal hatin kirin.

Axaftvanan reftariyên tekekesî yên hindek şêniyên herêmê ku belavkirina tevliheviyê li herêmê armanc dikin şermezar kirin. Di heman demê de bang li gel kirin ku bi hevgirtin li dijî êrîşên derve û gefên hundirîn bisekinin.

Axaftvanan diyar kirin ku dewletên herêmî piştî serkeftina mezin a QSD`ê li dijî DAIŞ`ê vê carê bi riya belavkirina tevliheviyê hewl didin hevgirtina pêkhateyên herêmê têk bibin.

Her wiha axaftvanan yekitiya xak û gelê Sûriyê teqez kirin û lêkirina dagirkeriya Tirk dîwarê li Efrînê şermezar kirin. Axaftvanan destnîşan kirin ku lêkirina dîwarê planek dagirkerî nû ye û armanca wê qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê ye.

Meş bi berzkirina beşdaran sloganên yekitiya xak û gel ê Sûriyê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(şx)

ANHA