Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin

Tîma Firatê ya Fotbolê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeft. Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê ji bo serkeftina tîmê şahiyek lidar xist.

Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin
Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin
Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin
Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin
Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin
Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin
Şahiyek ji bo tîma Firatê ya Futbolê hat lidarxistin
5 gulan, 2019   14:15
KOBANÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê bi boneya serkeftina tîma Firatê ya li hemberî 14 tîman şahiyek li dar xist.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, paşê Hevserokê Desteya Ciwanan ê Kantona Kobanê Mihemed Ebdî wiha got: "Em serkeftina tîma Firatê ya ku 15 tîmên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de lîstin, pîroz dikin. Em her tim serkeftinê ji lîstikvan û hemû ciwanan re dixwazin."

Paşê Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto serkeftina tîma Firatê li lîstikvanan pîroz kir û got: "Demê ku em behsa werzîşê dikin exlaq û rihê hevpar tê bîra mirov. Dewreya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hatiye destpêkirin em bawerin ku şert û mercên esasî pêkanîn. Werzîş ne tenê Futbol e werzîş tiştê ku dihêle mirov bijî ye."

Her wiha Hevserokê desteya werzîşê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehmud Mişî wiha got: "Piştî gelek zehmetiyê ku ciwanên me di aliyê werzîşê de dîtin,herî dawî tîma Firatê, bi serkeft. Em jî vê serkeftinê pîroz dikin û em bi hêviya serkeftinên mezintirin."

Piştira Rêveberê Ciwanan ê Kantona Kobanê Cemal Çîçan serkeftina tîmê li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Paşê saziyên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê û lîstikvanên tîma Firatê ji aliyê Desteya Ciwan ve hatin xelat kirin.

Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(sn-hk)

ANHA