Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê xwepêşandanek li dar xist

Ciwanên bajarê Girê Spî bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re û lêkirina dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji Sûriyê qut dike, meşek li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê xwepêşandanek li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê xwepêşandanek li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê xwepêşandanek li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê xwepêşandanek li dar xist
4 gulan, 2019   12:31
GIRÊ SPÎ

Li kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi slogana"Serkeftina Efrînê şikandina tecrîdê ye" ciwan daketin qadan.

Xwepêşandan bi vexwendina Tevgera Ciwanên  Şoreşger ên Sûriyê, bi beşdariya bi dehan ciwanan û hejmarek ji şêniyan hate lidarxistin. Xwepêşandan bi armanca şermezarkirina Tirkiyê bo lêkirina dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji Sûriyê qut dike û tecrîda ku hikumeta Tirkiyê li ser Ocalan dimeşîne, li dar ket.

Xwepêşandêran wêneyên Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hilgirtin û solganên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê re" berz kirin.

Xwepêşandan ji ber Çerxerêya El-Alem ku dikeve başûrê bajêr, dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve ku li navenda bajêr e, çû.

Rêveberê Tevgera Ciwanan Hesen Zamil axivî û wiha got: "Em êrîşên der heqê şêniyên Efrînê de şermezar û red dikin, her wiha em dîwarê parçekirinê ku dewleta dagirker li derdora bajêr lê dike, şermezar dikin."

Hisên Zamil wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, ji bo parastina xaka Sûriyê bihost bi bohist amade ne, lewma em ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên re dibêjin; em ê heta dawiya jiyana xwe parastina hêrêmên xwe bikin."

(eh)

ANHA