Berxwedana Leyla Guven 177 roj li pey xwe hîştin

Çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdewam dike. Berxwedana Leyla Guven ket roja xwe ya 177’an.

Berxwedana Leyla Guven 177 roj li pey xwe hîştin
3 gulan, 2019   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN
Suzan İraz

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Leyla Guven piştî ku hate berdan, ev 177 roj e li mala xwe li ber xwe dide.

Li Hewlêrê berxwedana endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî ku bi heman armancê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, di roja 164'yemîn de dewam dike.

Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Walsê ya Îmam Şîş di roja 138'an de didome. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil 16'ê Kanûna 2018'an dabû destpêkirin, 139 roj e berdewam dike. Li London Nahide Zengin û Mehmet Sait Yilmaz 51 roj. Di 1’ê Adarê de çalakiyên greva birçîbûnê li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bûbûn.

Çalakiya parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag a di 3'yê Adarê de dest pê kiribû û ya Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8'ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê berdewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kir û piştre hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 117 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 109, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 117 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 66 roj e çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'yê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

Her wiha ji aliyekî din ve jî, ji zindanan Amed, Wan, Bakirkoy û Gebze 15 girtiyên ji doza PKK û PJAK`ê ji 30 Nîsanê ve dest bi ROJA MIRINÊ kirin û heta niha çalakiya xwe dewam dikin.