Hêzên dagirker gundên Şêrawayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.

Hêzên dagirker gundên Şêrawayê topbaran dikin
2 gulan, 2019   19:11
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Soxankê û Bînê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê bi çekên giran topbaran dikin. Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku zêdetirî 10 topan li herdu gundan ketin.

Topbaran heta niha berdewam e.

Hêzên dagirker îro jî gundên Til Medîq, Cîcan, Samoqa û Bendava Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

ANHA