Stêrkek di asîmanê azadiyê de; Azad Mûsa

Parastina xaka welatê xwe li ser her tiştî re girt û ispat kir ku azadiya mirov bi azadiya xak, ziman û maf ve girêdayî ye. Bi vê baweriyê Azad Mûsa tevlî şoreşa azadiyê bû û bû yek ji pêşengên ku ji bo parastina welat şehîd bûne.

Stêrkek di asîmanê azadiyê de; Azad Mûsa
3 gulan, 2019   04:22
HESEKÊ-ŞÎNDA EKREM

Azadî xwestekek û pêwîstiyek jiyanî ye û bê azadiyê jiyana mirov rast nabe. Ew ne tenê gotineke ku xelk pê diaxivin, beşek mezin ji fikr û hişê mirov girtiye. Azadî xwedî nirxek mirovî pîroz û giran e. Ji bo wê di dirêjahiya demê de gelek şer rû dane.

Mirovê azad ew e ku ji desthilatdariyê re ne kole û esîr be. Li  ser eniya Azad hate nivisîandin ku bibe yek ji pêşengên şoreşa Rojava.

Azad Musa bi nasnav Baran li bajarê Til Temirê yê girêdayî herêma Cizîrê di malbatek welatparêz de mezin dibe. Malbata Azad debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan peyda dike. Azad heya asta navîn dixwîne, piştre xwendinê terik dike û tevî birayê xwe yê mezin Salih di karê avahiyan de dixebite.

Dayîka Azad Nûra dibêje wê navê kurê xwe kir Azad, ji bo ku pejna azadiyê bike û dema gazî wî dikin bi azadiyê bihese.

Hevalê wî Şoreş dibêje ku ew bi hev re heya saetên êvarê li ser girê gund dilîstin, di nav baxçeyan de dibezîn û pez dibirin berava çemê Xabûrê.

Azad di 18 saliya xwe de, heya du sal û nîv neçar dimîne ku leşkeriya Sûriyê bike. Piştre berê xwe dide peytexta Lubnanê beyrûtê, heya 6 salan dixebite û alîkariya malbata xwe dike. Wê demê aloziya Sûriyê û şoreşa Rojava nû destpê kiribû.

Bi destpêkirina şoreşê re, Azad vedigere û bajarê xwe diparêze. Li ser bendên kontrole cih digire û rolek di birêxistinkirina şêniyan  de dilîze.

Tercîh kir ku azad bijî

Hevalê Azad Birûsk Til Temir wiha qala Azad kir: "Di destpêka şoreşê de şehîd Azad li Lubnanê dixebitî da ku alîkariya malbata xwe bike. Bi destpêkirina şoreşê re Azad vegerî Rojava û bi me re tax û bajar parast. Piştî mehekê, Azad çû Lubnanê, karê xwe li wir qedand û vegerî Rojava. Di sala 2012`an de tevlî şoreşê bû."

Birûsk Til Temir destnîşan kir ku Azad soz dabû wan ku vegere Rojava û tevlî şoreşê bibe. Bi rastî soza xwe anî cih û tevlî şerên li dijî çeteyan bû. Birûsk diyar kir, ji ber ku Azad soza xwe anî cih, gelek kêfxweş bûn û li eniyên şer ji wan re bibû jêdera hêz û moralê.

Hevalê Azad, Şoreş got: "Dema me nuqteya avê yên Til Temirê dorpêç kir Azad bi me re bû. Wê demê çeteyên DAIŞ û El-Nusra li wê nuqteyê bûn. Azad bi awayekî birêxistinî û bi morale bilind şer dikir. Azad timî digot ew tevgerên me dişopîne da ku piştî şer me ji her du aliyên leşkerî û fikrî ve perwerde bike."

Bi rûkenî xatir ji malbatê xwest

Hevsera birayê Azad Rokan bi bîr xist ku roja 17`ê Tîrmeha 2013`an ew li mal bû. Azad tê malê û hindek pêwîstyan jê dixwaze. Rokan got: “Ji min re got silav li hemûyan bike û bi rûyekî ken ji mal derket.”

Di wê rojê de israr dike ku biçe eniya şer a  taxa El-Salhiye ya Hesekê. Piştî wê tevî hevalên xwe diçin gundê Dawûdiyê û li wir heya ku guleyên wan namînin şer dike û şehîd dikeve.

(şx)

ANHA