MSD’ê 1’ê Gulanê li gelên bindest û karkeran pîroz kir

MSD’ê 1’ê Gulanê li tevahî gelê Sûriyê, karker û kedkarên têkoşer û gelên bindest pîroz kir. Her wiha daxwaza serkeftin û pêkanîna jiyaneke baş di hemû aliyan de kir û tekez kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn ku navenda wê Sûriye ye, şerekî li dijî vîna gelan e.

MSD’ê 1’ê Gulanê li gelên bindest û karkeran pîroz kir
1 gulan, 2019   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya rasthatina 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

"Çîna karkeran li tevahî bajarên cîhanê her sal di 1’ê Gulanê de ji bo Cejna Karkeran a Cîhanê pîrozbahiyan li dar dixin. Her wiha ev roj, rojeke navneteweyî ye da ku rihekî hevgirtî, yekitiya karkerên têkoşer ên li cîhanê û kedkarên berxwedêr li dijî fersenbirina kapîtalîzmê ji bo pêkanîna edaleta civakî, ava dike.

Bi vê boneyê, tevahî gelê me, karkerên têkoşer û kedkar, hemû gelên bindest pîroz dikin. Her tim daxwazên serkeftin û pêkanîna jiyaneke di hemû aliyan de baş, hêvî dikin.

Di boneya Cejna Karkeran a Cîhanê de tekez dikin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn rû dide û navenda wê Sûriye ye, şerekî li dijî vîna gelan e. Lê tevî zext û hovîtiya sîstema netewedewlet ya navendî hewl dide bimîne jî, lê şansek da gelê Sûriyê yê bindest ku li dijî siyasetên gefan li yekitiya Sûriyê dike, têkoşîna xwe bilind bikin. Ev têkoşîn dê heta pêkanîna sîstemeke siyasî û dewleta nenavendî ya demokratîk li Sûriyê fireh bibe da bigihîje pêkanîna jiyana birûmet a ku ji mafên gel e û di serî de jî yê kedkaran. Ji lew re bang li tevahî hêzên siyasî, aktîvîstên civakî, tevgerên karkeran dikin ku têkoşîna xwe li ser bingeha têgeha civaka demokratîk bi serkêşiya jinên azad, bilind bikin.

Her wiha tekez dikin ku beşa kedkar a li Sûriyê ji têkoşîna şoreşê û siyasetê ji destpêka avakirina dewleta Sûriyê ve ne dûr bû. Lê her tim li pêş bû. Ji destpêkirina tevgera şoreşê li Sûriyê di 2011’an de, beşa karker û kedkar leheng  û egîd li dijî dîktatoriyê û destpotiyê da. Piranî jê jî tev li QSD’ê bûn. Xwîna paqij di oxira şerkirin bi DAIŞ’ê re û di têkirina heyîna wê de rijand û pêşkêş kirin.

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) careke din karkerên Sûriyê, tevahî kedkar di roja wan a cîhanê ya pîroz de, pîroz dikin. Her tim bang dikin ku têkoşîna xwe bidomînin da ku mafên we li hemû Sûriyê pêk bên. Hemû rêbazên piştevaniya çareseriya siyasî û pêkanîna demokratîk ji binî ve li welat bikin û tevahî xakên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin."

(fr)

ANHA