Ji Qamişlo peyama 1’ê Gulanê: Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo di pîrozbahiya 1’Gulan’ê de peyama ‘Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin, bi rêber Apo re azad bijîn’ ragihand.  

Ji Qamişlo peyama 1’ê Gulanê: Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin
Ji Qamişlo peyama 1’ê Gulanê: Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin
Ji Qamişlo peyama 1’ê Gulanê: Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin
Ji Qamişlo peyama 1’ê Gulanê: Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin
Ji Qamişlo peyama 1’ê Gulanê: Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin
Ji Qamişlo peyama 1’ê Gulanê: Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin
1 gulan, 2019   09:55
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li gundê Hîmo qada Newrozê di bin boneya ‘Bi keda civakên demokratîk em ê Efrînê rizgar bikin, rêber Apo re azad bijîn’ 1’ê Gulan’ê Roja Kedkaran a Cîhanê pîroz kir.

Qada pîrozbahiyê ji aliyê Hêzên Ewhlekariya Hindûrîn, Trafîk û Hawarî ve hate girtin. Heyva Sor a Kurd ji bo rewşên tenduristiyê amade bû.  Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen bi cil û bergên gelêrî û şervanên YPJ/YPG’ê jî tev li pîrozbahiyê bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Leyla Guven, wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên QSD, YPG/YPJ’ê, ala Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê, alên Kongreya Star û alên TEV-DEM’ê vê hate xemilandin.

Têkoşîna Şîkago li Rojava dewam dike

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Komîteya Kedkaran a Qamişlo Leyla Mio ev roj li hemû kedkaran pîroz kir û got: “Bi armanca pêkanîna wekhevî, aştî û aramiyê têkoşîna kedkaran 133 sal li pey xwe hişt. Ji Şîkago heya Rojava ev têkoşîn dewam dike. Di qonaxa salên dirêj aloziya Sûriyê de ji bo rizgarkirina ax û mirovan, têkbirina dagirkeriyê me têkoşîn bi pêş xist û berdelên gelekî giran dan. Bi çi awayî em rengê dagirkeriyê ji bihostek axa welatê xwe de qebûl nakin. Dagirkeriya dewletan  armanc  dike ku me ji axa me dûr bixin û dagirkeriya xwe ferz bikin. Li dijî wan planan û ji bo rizgarkirina Efrînê em ê asta têkoşînê bilind bikin.”

Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Hacer Hesen jî diyar kir ku îsal roja kedkaran di qonaxên gelekî girîng de pîroz dikin û got: “Bi berxwedan û têkoşîna çalakvanên greva birçîbûnê ku bi pêşengiya  Leyla Guven dest pê kiriye û berxwedana çalakvanên rojiya mirinê, berdewamkirina têkoşîna civakên demokratîk vê rojê pîroz dikin. Em ê bi rihê 1’ Gulan’ê  rêber Apo bi fizîkî azad bikin. Vîna gelên demokratîk dê hemû sîstemên dagirker hilweşîne.” 

Botan Hesaf û Cemîl Ehmed jî tekildarî  1’Gulan’ê helbest xwendin.

Piştî axaftinan Koma Botan, Koma Dêrik, Koma Sazkar li ser dikê stran gotin. Pîrozbahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

ANHA