Lavrov bi dîwarê ku dewleta Tirk li Sûriyê lê dike nebihîstiye!

Tevî raporên belgekirina lêkirina dîwarê ji bo qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, wezîrê karên derve yê Rûsyayê lavrov got wî ew dîwar nebihîstiye.

Lavrov bi dîwarê ku dewleta Tirk li Sûriyê lê dike nebihîstiye!
30 nîsan, 2019   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh di dawiya dan û standinên bi wezîrê karên derve yê Bangladeşê Ebo Kelam Ebdilmûimen re got wî bi dîwarê Efrînê nebihîstiye, tevî ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve jî hate belgekirin.

Tirkiyê di demên dawîn de dest bi lêkirina dîwarê parçekirina Efrîna dagirkirî ji xaka Sûriyê kir. Dîwarê li Efrînê dişibînin dîwarê ku Îsraîlê ji bo qutkirina Defa El-Xerbiyê lê kiriye.

Lavrov careke din bang li Tirkiyê kir ku îtifaqa Edeneyê ku hikumetên Sûriye û Tirkiyê di sala 1998`an de îmze kir, aktîf bike. Armanca îtifaqa Edeneyê hedefgirtina gelê Kurd li Sûriyê û mafên wî yên rewa ne.

Ji aliyekî din ve jî Lavrov tekez kir ku her sebrekî sînorekî xwe heye, ew nikarin qebûl bikin ku teror li Idlibê bimîne û wiha got: "Em hewl didin hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de pêk were, her wiha serok Pûtîn jî got bêguman em nikarin terorê li wir bihêlin."

 (jo)