Rayedarekî DYA’yê: DAIŞ berê xwe dide Afganistanê

Berpirsekî DYA’yê ji AFP`ê re ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê yên ku komkujî li Sûriye û Iraqê kirine, niha berê xwe didin Afganistanê da ku terora xwe li wir dewam bikin û alîkariya planên êrîşên li dijî DYA’yê bikin.

Rayedarekî DYA’yê: DAIŞ berê xwe dide Afganistanê
30 nîsan, 2019   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev hişyarî di demekê de ku DAIŞ hewl dide desthilatdariya xwe ya herêmî îsbat bike, piştî ku “xîlafeta” wan hate têkbirin ku li Rojhilata Navîn ragihand û rêzeêrîşên li dijî başûrê Asyayê, pêk hat.

Berpirsekî îstixbarata Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Kabîlê ji AFP`ê re wiha got: "Em dizanin ku hin kesan rê qut kirin û hatin vir û hewl didin pisporî û tecrubeyên li Sûriyê û Iraqê girtine, derbasî vir bikin."

Berpirs ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe diyar nekir û wiha domand: "Eger em zextên xwe ji bo tunekirina terora DAIŞ`ê li Afganistanê dewam nekin, dê êrîşên mezin li DYA’yê pêk werin."

Di raporê de rapora NY`yê hate bibîrxistin ku DAIŞ’ê li Afganistanê di navbera 2 hezar û 500 heta 4 hezaran de endamên xwe hene. Ew hejmar jî derdora hejmara Pentagonê ye ku beriya 2 salan diyar kir, tevî ku berpirs dibêjin ku bi hezaran terorîst hatin kuştin.

(jo)