Rêveberiya Xweser bi boneya 1`ê Gulanê 2 biryarname derxistin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Karkeran li hemû karkerên cîhanê û taybet karkerên Sûriyê pîroz kir û roja 1’ê Gulanê wek roja betlaneya saziyên girêdayî xwe ragihand.

Rêveberiya Xweser bi boneya 1`ê Gulanê 2 biryarname derxistin
30 nîsan, 2019   09:27
EYN ÎSA

Bi boneya 1`ê Gulanê anku Cejna Karkeran, Rêveberiya Xweser 2 biryarname derxistin.

Biryarnameya yekê anku bi hejmara 189’an, Cejna Karkeran a Cîhanê li tevahiya karkerên cîhanê û bi taybet karkerên Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe cejna hezkirin, aştî û ewlehiyê li Sûriyê û tevahiya cîhanê.

Biryarnameya duyemîn anku bi hejmara 9’an, bi boneya Cejna Karkerên Cîhanê, dê hemû saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja Çarşemê anku 01.05.2019, ji bilî saziyên ku karê wan domdar e, bikin betlane.

(kc)

ANHA