Şêniyên Efrînê: Tirkiyê bi lêkirina dîwaran vîna me naşkîne

Şêniyên Efrînê li Şehbayê dimînin diyar kirin ku armanca Tirkiyê ya lêkirina dîwaran li derdora Efrînê qutkirina Efrîn ji Sûriyê ye. Şêniyên gotin: "Tirkiyê bi lêkirina dîwaran nikare bi lêkirina dîwaran vîna me bişkîne, lê belê vîna me dê dagirkeriyê bişkîne."

Şêniyên Efrînê: Tirkiyê bi lêkirina dîwaran vîna me naşkîne
30 nîsan, 2019   05:22
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker k 18‘ê Adara 2017‘an kantona Efrînê dagir kiriye dîwaran li derdora kantonê lêdike, ji gundê Cilbirê, Meryemîn û Kîmarê derdora hezar mîter dîwar lêkiriye. Li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê ku zagon û pîvanên navdewletî binpê kiriye tu helwesteke ji raya giştî ya cîhanê û rejîma Sûriyê derneketiye.

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin diyar kirin ku Tirkiyê nikara bi lêkirina dîwaran îradeya me bişkîne.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelo anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê bi rêya lêkirina dîwranan Efrîn parçe bike wekî çawa ku beriya niha Lîwa Îskenderon dagir kir û paşê ji Sûriyê qut kir.

Mihemed Xelo diyar kir ku şêniyên Efrînê di vegera li warê xwe de bi israr in û lêkirina dîwaran dê îradeya wan neşkîne û wiha got: "Dagirkeriya Tirkiyê bi lêkirina dîwarê parçekirinê nikare vîna me bişkîne an jî girêdana me bi xaka me ve lewaz bike, em li Efrîn mezin bûn û dê rojeke were Efrîn rizgar bibe."

Xelo her wiha pirsa bêdengiya rejîma Sûriyê li hemberî kiryarên Tirkiyê ji xaka Sûriyê kir û bang li rejîmê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve, ji ber ku Tirkiyê beşek ji xaka Sûriyê dagir dike.

Jina bi navê Zehrîban Hisên jî daxuya kirin ku dîwarê parçekirinê gihişt hezar mîtreyî û got armanca lêkirina dîwaran parçekirina Sûriyê û qutkirina Efrînê ye.

Zehrîban got piştî ku Tirkiyê Lîwa Îskenderon dagir kir, niha kantona Efrînê ji Sûriyê qut dike da ku dagirkeriya xwe teqez bike.

Zehrîban bang li rejîma Sûriyê û hemû aliyên navdewletî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekine û nehêle dîwarên parçekirinê lêbike.

Şêniyê bi navê Elî Ehmed anî ziman ku"Cihê şermê ye ku rejîma Sûriyê li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwarnê qutkirinê bêdeng e."

Ehmed diyar kir ku kiriyarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê û gelemperiya Sûriyê bi teqez dê têk biçin, ji ber ku îradeya gel naşkê, berovajî wê dê dagirkeriyê bişkîne.

(bb)

ANHA