Îmad Dawud: Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawud bang li rejîma Sûriyê û Rûsyê kir ku li hemberî hewldanên dewleta Tirk a dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bidin.

Îmad Dawud: Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye
30 nîsan, 2019   04:20
ŞEHBA – ARIF SÊLMAN

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê Îmad Dawud têkildarî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakurê Sûriyê û helwesta rejîm û Rûsya ji dijî van binpêkirinan  ji ajansa me re axivî.

Îmad bal kişand ser planên Tirkiyê yên di xaka Sûriyê de û daxuyakirin ku plan vedigere destpêka sedsala derbasbûyî ji dema projeyên parçkirina herêmên di navbera Tirkiyê, Fransa û Brîtanayê de.

Dawud destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike û tevlî  xaka Sûriyê bike, wekî ku çawa beriya niha Lîwa Îskenderon ji Sûriyê qut kir. Dawud got: “Ev hewldan hemû pîvan û zangonên navdewletî binpê dike û destwerdanek di karûbarên Sûriyê de ye."

Îmad Dawud têkildarî helwesta rejîma Sûriyê ya li dijî binpêkirinên Tirkiyê wiha axivî: "Helwesta rejîma Sûriyê niha girêdayî Îran û Rûsyayê ye. Tirkiye bi Rûsyayê re li ser asta herêmî û navdewletî de peymanan çêdike da ku beşekê ji xaka Bakurê Sûriyê qut bike û tevlî Tirkiyê bike. Her wiha dîwarê parçekirinê li Efrînê lêdike. Rejîm jî helwest û daxuyaniyên şermok dide."

Dawud da zanîn ku hemû civîn û kongreyên bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê hatin lidarxistin, gelê Sûriyê eleqedar nekir û wiha dom da axaftina xwe: "Heger li Sochi be an jî Astanayê be, lihvekirinên di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsiyê de bûn. Bi wateyek din di van civînan de nêrîna aliyên Sûriyê tinebû. Ev lihevkirin ji bo parvekirina bejewendiyan di navbera hersê welatan li ser hesabê gelê Sûriyê ne. Lêkirina dîwar li Efrînê, siyasetên asîmîlekirinê li herêmên Bab, Ezaz û Cerablusê îsbata vê tiştî ye."

Hevserokê Meclisa Kantona Şehbayê  Îmad Dawud di dawiya axaftina xwe de bang li rejîma Sûriyê û Rûsya kir ku li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê hewlesteke cidî nîşan bide.

(bb)

ANHA