Dîmenê ku El-Bexdadî binkeftina xwe îtiraf dike

Piştî sala 2014‘an, yekemîn car dîmenê serçeteyê DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî belav dibe.

Dîmenê ku El-Bexdadî binkeftina xwe îtiraf dike
29 nîsan, 2019   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Bexdadî di dîmenê de îtaf dike ku ew li Baxozê şikestin û dibêje: "Şerê Baxozê qediya."

Di dîmenê ku hatî weşandin de serçeteyê DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî bi rêyeke spî û kefiyek reş li derdora serê xwe girêdayî û bi komeke çeteyên xwe re rûniştiye.

El-Bexdadî dibêje "Şerê Baxozê qediya", bi vê yekê amaje bi têkçûna DAIŞ‘ê li ser destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike.

Hêjaya bi bêrxistinê ye ku dîmenê dawî yê El-Bexdadî di sala 2014‘an de bû, dema ku li mizgefta Nûrî ya li Mûsilê xîtaba ragihandina "Xîlafet" dide.

Heta niha cihê Ebû Bekir El-Bexdadî ne diyar e, hin rapor dibêjin ku li herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyê dimîne.