Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê

Li Tebqayê barana zêde ya îsal mewsima çandiyê pêş xist. Ji ber wê Komîteya Aborî û Gerînendeya Çandiniyê ya Tebqayê ji bo parastina hilberîna îsal, bi nêzîkbûna paletiyê re belavok belav kirine.

Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
Li Tebqayê hişyariya ji bo hilberîna mewsimê
29 nîsan, 2019   08:46
TEBQA

Herêma Tebqayê ji bo pêşwazîkirina mewsima hilberînê ya îsal amadekariyan dike. Di encama barana ku vê dawiyê de bariye hilberînên zeviyên bejî û avî têra xwe ji avê birin. Tevî wê jî nexweşiya zinger di nav zeviyan de di encama avdana zêde û şiliyê de belav bûye, lê bi giştî xuya dibe ku tu bandora wê  li hilberînê nebû ye.

Rûbarên zeviyên bejî û avî ku ruxseta xwe ji Gerînendeya Çandiniyê ya Tebqayê wergirtine, derdora 230 hezar û 270 dinom in. Tevî wê jî ji ber rewşa hewayê û miqdara baranê ya baş şênî bi rûbarên mezin zevî çandine.

Di her du mehên Adar û Nîsanê de baran bi giranî barî. Ji ber wê zevî bi şînatî û gulan geş bû. Di encamê de êdî zevî hemû gihaştine hev du, ji ber wê cotkaran bang li Gerînendeya Çandiniyê kirin ku girtekên hişyariyê ji bo  rêgirtina li pêşiya agir bigirin.

Nûçegihanên me li gundewarê rojhilatê Tebqayê geriyan.

Cotkar û serokê kooperetîfeke cotkaran Ebdullah Hetaş El-Hesen El-Zahir ji ajansa me re axivî. El-Zahir behsa hindek nuqteyên dê warê çandiniyê li herêmê pêşbixe kir û got: “Divê bankên çandiniyê ku alîkariyan ji cotkaran re pêşkêş dikin werin avakirin. Da ku cotkar pereyan bi deyn, tov, semad û gelek pêwîstiyên çandiniyê peyda bikin. Divê istasyoyên sotemeniyê werin avakirin, da ku mazotê ji bo ajotina zeviyan û avdanê li cotkaran belav bikin.”

El-Zahir bang li aliyên têkildar kir ku girtekên pêwîst bigirin da ku li rê li pêşiya her agirekî ku dibe di nav zeviyan de vêkeve, bigirin.

Girêdayî mijarê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê belavoka bi hejmara 2 ji bo parastina aboriya giştî belav kir. Navaroka belavokê wiha ye:

“Bi nêzîkbûna mewsîma hilberînê û hişkbûna şînatiyan re, riska vêketina agir di nav zeviyan de zêde dibe. Ji ber wê divê tevahiya kesên têkildar, cotkar, rêveberî, meclis û kesên ku prosesa paletiyê dişopînin li gorî van girtekan tevbigerin:

Madeya 1- Tevahiya kesên têkildar bi awayekî yekser û ne yekser her yek di cihê xwe de û li gorî pisporiya xwe divê hilberînê biparêze û rê li pêşiya vêketina agir bigire.

Madeya 2- Dema agir vêkeve, divê hemû, tevahiya rêbaz û alavan bikar bînin da ku agir vemirînin.

Madeya 3- Divê ev xal werin pêkanîn.

- Divê xwediyê her wesayîtekî yan jî erebeyekî amûra agirkujê bi kar bîne.

-Divê xwediyên wesayîtan caxireyên xwe di kotikekî  tijî av de vemirîn û caxireyên xwe nevêjin nav zeviyan.                           

-Divê xwediyên sehrîcên sotemenî û wesayîtên giran amûra pêwîst di şatmanên wesayîtên xwe de bi kar bînin.

-Divê agir di nav herêmên daristanî û turîzmê de nayê vêxistin.      

Madeya 4- Divê Navendên Agirkujiyê bi wesayît û amûrên pêwîst werin amade kirin.

Madeya 5- Divê Komîteya Xweparastinê ya meclisên taxan, bajaran  û gundan erka xwe di bicihanîna madeyên belavokê de rabin û her muxelefeyekê  aliyên têkildar agahdar bikin.

Di demên pêş de Komîteya Aborî belavokên hişyariyê girêdayî rêgirtina li ber şewatê û parastinê, belav bike û bi dîwaran ve daliqîne.

(şx/bm)

ANHA