Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Êrîşên asmanî yên li dijî baregeha Himêmîmê, bombebarana li gundewarên Hemayê, rewşa kampa Rukbanê, Cezayîr, Sûdan û hin mijarên din di rojevên rojnameyên erebî yên îro de bûn.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
29 nîsan, 2019   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeriq El-Ewset: Êrîşeke asmanî li dijî baregeha Rûsyayê ya li Sûriyê

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Duh sibehê herêma Ceblê ya gundewarên Laziqiyê bi çend teqînan hejiya, çavkaniyan diyar kir ku teqîn di encama êrîşeke bi firokeyên dron de li dijî balafirgeha Himêmîmê ya leşkerî de pêk hatin. Himêmîm baregeha leşkerî ya Rûsyayê ya herî mezin e li Sûriyê. Der barê encamên êrîşê de heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.

Êrîşeke mîna vê beriya 48 saetan li dijî heman baregehê pêk hatibû û çavkaniyan diyar kir ku êrîş ji aliyê komên cîhadî ve pêk hatiye.”

Şerq El-Ewset: Di bombebarana Rûsyayê de li Hemayê 9 kuştî û 15 birîndar

Rojnameyê der barê êrîşa Rûsyayê de nivîsî: "Opozîsyona Sûriyê duh yekşemê ragihand ku di encama bombebarana gundewarên Hemayê de, ji aliyê balafirên Rûsyayê ve 9 kes hatin kuştin, 15 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên opozîsyonê ji ajanseke Almanyayê re got ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî bajarê Qalet El-Medîq û gundên El-Hiwaş ên rojavayê Hemayê 11 êrîş pêk anîn, her wiha îro jî balafirên Rûsyayê hin gund û bajarên Hemayê bombebaran kirin. Hêzên rejîmê jî bi moşek û topan herêm bombaran kirin.”

El-Ereb: Kampa El-Rukban di navbera rikeberiya Moskov û Washingtonê de ye

Têkildarî kampa El-Rukban rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Rewşa li kampa penaberan a Rukbanê pir dijwar e, lê tişta ji bo xelkê baş e ew e ku kamp nêzî baregeheke Amerîkayê ye, lewma ew ji êrîşên rejîmê û Rûsyayê parastî ne.

Lê hin welatiyên li kampê her wiha hin dîplomat dibêjin ku rewşa jiyanî li kampê her ku diçe xerabtir dibe û êdî jiyan lê nabe, ji ber ambargoya ku hêzên hikumetê û hêzên Rûsyayê danîne ser kampê. Her du hêz dixwazin vê kampê ji wir rakin û hêzên Amerîkayê ji Sûriyê derxin.

Washington roja pêncşemê ji Moskov û Şamê xwest ku rê bidin da ku alîkariyên navdewletî bigihîjin kampa Rukbanê û rêyên bazirganiyê negirin.”

El-Heyat: Îsraîlê 2 girtiyên Sûriyê berdan

Têkildarî mijara berdana girtiyên Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve, rojnameya El-Heyat nivîsî: "Roja yekşemê Îsraîlê 2 dîl berdan û vegerandin Sûriyê, Şamê jî got bi navbeynkariya Rûsyayê veguheztin çêbûye. Sûriyê baramberî 2 dîlan termê leşkerekî Îsraîlê ku ji mêj ve winda bû, daye Îsraîlê.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Quds El-Erebî wiha got: "Di gavekê de ku di navbera Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û Opozîsyonê de pêk hat, her du aliyan li hev kir ku mecliseke hevbeş ji sivîl û leşkeran ava bikin."

Nûnerê xwepêşandêran Ehmed El-Rebî ku beşdarî civîna yekemîn a komîteya hevpar bû, wiha got: "Me li hev kir ku em mecliseke hevbeş di navbera sivîl û leşkeran de ava bikin."

El-Rebî her wiha wiha diyar kir ku niha danûstandinên ji bo diyarkirina rêjeya beşdarên sivîl û leşkeran di meclisê de didome. Li gorî çalakvanan dane xuyakirin ku dê 15 kes beşdarî meclisê bibin, ji wan 8 ji sivîl û 7 general bin.

Tirkiye

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê rewşa Tirkiyê de wiha got: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan rastî dijminên nû tê, ew jî hevalên wî yên berê di rêveberiya partiya AKP`ê de bûn. Ev dijberî jî bû sedem ku di hilbijartinên şaredariyan de ku di 31`ê Adarê de pêk hatin, bajarên mezin ji dest bide."

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Heyat wiha got: "Serokê Partiya Hêzên Lubnanê Semîr Cece teqez kir ku Lubnan daxwaza vegera serokê Sûriyê Beşdar El-Esed di nava Camiya El-Erebiyê nake, lê wezîr Cibran Basîl bi sifata xwe di partiyê de got hikumet nêrîneke xwe din di vê mijarê de heye. Her wiha îşaret kir ku wî agirbesta bi Hizbullahê û çekên wî re ranegihandiye û got "Dema ku şer tune be, ne tê wateya ku agirbest e, ji ber ku nabe her tim şer bê sedem pêk were."

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Şerê kontrolkirina paytexta Lîbyayê Terablûsê bi destwerdana balafiran tê de, di 2 rojên dawî de giran bû. Artêşa El-Wetenî Lîbya bi fermandariya Xelîfe Hefter û hêzên hikumeta El-Wîfaq bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac bi topbaran û balafirên şer, şer kirin."

Yemen

Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hîna Hûsî topbarana xwe li ser taxên bajarê Tez a Yemenê ku navenda parêzgeha ye didomîn in, di encamê de zêdetirî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest da.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Partiyên siyasî û pêkhateyên sivîl li Cezayîrê vexwendina ku fermandarê artêşa Ferîq Ehmed Qayîd Salih hefteya çûyî ji bo  çareseriya li welat bang kiribû, erê kir.”

(kn-jo)