Îsmaîl El-Qewas: Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê parçe bike

Endamê Komîteya Dîplomasî yê PYD‘ê yê Girê Spî Îsmaîl El-Qewas got: “Tirkiyê hewl dide xaka Sûriyê parçe bike û dagirkiriya xwe berfireh bike. Da ku xeyalê xwe yê zindîkirina împratoriya Osmaniya nû, bi cih bîne.”

Îsmaîl El-Qewas: Tirkiye hewl dide xaka Sûriyê parçe bike
29 nîsan, 2019   04:20
GIRÊ SPÎ – GULÎSTAN MIHEMED – ÎBRAHÎM El-EHMED

Endamê Komîteya Têkiliyên Doplomasî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê kantona Girê  Spî Îsmaîl El-Qewas di hevdîtineke li gel ajansa me ANHA‘yê de mijara lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê nirxand.

Îsmaîl bi bîr xist ku Tirkiye beriya hefteyekê ve ji bo qutkirina kantona Efrînê ji Sûriyê dîwar lê dike û wiha got: “Ev yek jî beşek ji siyaseta wê ya parçekirina xaka Suriyê ye û hewl dide Efrînê tevlî Tirkiyê bike. Armanca Tirkiyê ya lêkirina dîwaran li derdora Efrîna Sûriyê ew e ku bi hevkariya çeteyên navê "Artêşa Azad" li xwe dikin xaka Sûriyê parçe bike û dagir bike.”

El-Qewas bal kişand ku Rûsya destekê dide Tirkiyê da ku Sûriyê dagir bike û wiha pê de çû: "Tirkiye hewl dide serdema bapîrên xwe Osmanî vegerîne û herêmên Rojhilata Navîn dagir bike. Ev yek bi lêkirina dîwaran li herêmên ku dagir kirine eşkere dibe."

Îsmaîl El-Qewas bêhelwestiya rejîma Sûriyê ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê rexne kir û destnîşan kir ku Tirkiyê xaka Sûriyê binpê dike.

El- Qewas got: “Tiştekên ku dewleta Tirk û çeteyên dike. Ji guhertina demokrafîk, koçberkirina niştecihên resen, kuştin, talan û wêrankirin mafên mirovan binpê dike.   

Endamê Komîteya Dîplomasî yê PYD‘ê yê Girê Spî Îsmaîl El-Qewas di dawiya axaftina xwe diyar kir ku ew dest ji Efrîn û gelê wê bernadin  û got: “Em ê Efrîn ji dagirkerên faşîst rizgar bikin.”

(bb/bm)

ANHA