Di navbera çeteyên Tirkiyê û Meclisa Leşkerî ya Babê de şer rû dide

Çeteyên dewleta Tirk a dagirer êrîş bir ser nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Qertwêran. Şervanan bersiva êrîşan dan û di navbera herdu aliyan de şer derket.

Di navbera çeteyên Tirkiyê û Meclisa Leşkerî ya Babê de şer rû dide
28 nîsan, 2019   17:32
MINBIC

Çeteyên  "Mertala Firatê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku xwe li gundê Şêx Nasir bi cih kirine bi çekên suqastan û doçkaiyê êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê li gundê Qertwêranê kirin.

Şervanan bersivî jêdera êrîşan dan û di navbera herdu aliyan de şer derket. Şer heta vê kêliyê rû dide.

Der barê ziyanan de agahî nehatin bi destxistin.

ANHA