Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dest pê kir

Bi dirûşma "Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan" yekemîn kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê – Rojava dest pê kir.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dest pê kir
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dest pê kir
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dest pê kir
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dest pê kir
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dest pê kir
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk dest pê kir
27 nîsan, 2019   08:55
QAMIŞLO

Li bajarokê Rimêlan beriya niha bi çend kêliyan bi dirûşma "Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan" yekemîn kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran dest pê kir.

300 delege ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl, rûspiyên êlan û nûnerên partiyên siyasî beşdarî kongreyê bûne.

Kongre bi rêzgirtin û xwendina Quranê dest pê kir.

Kongre dê du rojan dewam bike. Li gorî komîteya amadekar dê axaftin werin kirin, raporên salane û rêzikname werin xwendin, her wiha dê hevserokatiya kongreyê, meclis û komîteyên wê werin hilbijartin.

(bx)

ANHA