Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û opozîsyon li hev dicivin

Îro Hêzên Azadî û Guhertinê yên Sûdanê civîna xwe ya di navbera nûnerên wan û Meclisa Leşkerî ya Demkî de ragihand. Ev civîn di navbera her du aliyan de ya yekemîn e.

Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û opozîsyon li hev dicivin
27 nîsan, 2019   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Demkî bi nûnerên Hêzên Azadî û Guhertinê re roja çarşemê li hev civîn û li ser avakirina komîteya hevbeş a domandina diyalogan li hev kir.

Di daxuyandiya Hêzên Azadî û Guhertinê de hat gotin ku roja şemiyê 27’ê Nîsanê (îro) dê rûniştina yekemîn a diyalogan di navbera her du aliyan de li dar bikeve.

Li gorî daxuyaniya ku pîşesazên Sûdanê li ser tevnên civakî belav kirine ku Hêzên Azadî û Guhertinê daxwaza desthilata sivîl a demkî ya 4 salan dike. Desthilata Sivîl jî ji meclisa desthilata sivîl û bi nûnertiyeke leşkerî, parlemaneke demkî tê de hemû desthilatên qanûnî û çavdêrî xebatên xwe bimeşînin. Her wiha daxwaza hikumeteke sivîl ku hemû erkên rêveberiyê di dest de heye û divê pispor bin û xwedî bawerî bin, dike.

Hêzên Azadî û Guhertinê 5 kes ji bo nûnertiya civîna bi Meclisa Leşkerî re diyar kirine. Hêzên Azadî û Guhertinê tekez kir ku çalakiya li pêşiya Fermandariya Giştî heta desthilat radestî hikumeta sivîl bibe, dê dewam bike.

(fr)