TEV-DEM: Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têkoşînê geş bikin

TEV-DEM’ê lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê, şermezar kir û got “Dagirkeriya Tirkiyê asta dagirkirinê derbas kiriye û gihîştiye qonaxa parçekirin, qirkirin û guhertina nasnameya Efrînê.” TEV-DEM’ê banga geşkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk kir.

TEV-DEM: Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê têkoşînê geş bikin
27 nîsan, 2019   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di navbera Efrîn û herêmên din ên Sûriyê de dîwar lê dike û dixwaze Efrînê tev li axa Tirkiyê bike. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî lêkirina dîwar daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM‘ê diyar kir ku Tirkiye hewl dide kantona Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li erdê xwe bike.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

 "Wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em lêkirina dîwarên qutkirina Efrînê ji erdnîgariya Sûriyê bi tundî şermezar dikin. Em ê bi hemû rêbazên navdewletî yên rewa li hemberî dagirkeriyê bisekinin.

Di demekê de ku hewldanên navdewletî ji bo hûnandina destûra Sûriyê ya demkî ya nû tê kirin, dewleta Tirk a dagirker rewşê aloz dike û çareseriya siyasî asteng dike. Dewleta Tirk asta dagirkirinê derbas kiriye û zêdegaviyên wê gihîştin merheleya qutkirin, qirkirin, guhertina demografîk a giştî û guhertina nasnameya Efrînê ya kurdî ya Sûriyê û vediguherîne beşek ji Tirkiyê. Bi vê yekê hemû qanûnên navdewletî û peymanên navdewletî binpê dike.

Tirkiye, di navbera xwe û rêxistinên terorîst ên DAIŞ, El-Nusra û hemû rêxistinên din de lê nekir, berovajî vê yekê çek, pere û derman dan wan û bi hemû derfetan da ku da ku tundî û terora li Sûriyê dewam bikin û nehêle hêzên Sûriyê nêzî hev bibin.

Tirkiye bi lêkirina dîwaran hewl dide Efrînê tev li sînorê dewleta Tirk bike. Dîwarê ku hêzên dagirkeriya Tirkiyê li derdora Efrîna Sûriyê rewa dike, yek ji hewldanên qutkirina Efrînê ji Sûriyê ye. Lê Enqere parastina ewlehiya xwe dike hincet.

Tirkiye bi van hewldanan û li gel bêdengiyeke navdewletî û Rûsyayê ku parçekirin, dagirkirin û qutkirinê rewa dike, dixwaze senaryoya Qibrisê û Lîwa Îskenderonê dubare bike. Divê  Rûsya berpirsyariya xwe ya exlaqî û dîrokî ji encamên kiryarên Tirkiyê rabe.

Em bang li gelê xwe li her deverê; Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê dikin ku li hember zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û tevahî xaka Sûriyê têkoşînê mezin bikin. Em bi îradeya gelê xwe yê berxwedêr bawer in û em di wê baweriyê de ne ku planên partiya terorîst AKP‘ê têk biçin, têkçûna wê ya dawîn di hilbijartinên dawiya mehê de bûn, ji ber vê yekê bi van kiryaran hewl dide nîjadperestiya xwe zindî bike.

Em bang li hemû rêxistinên navdewletî, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ereban, hemû hêzên demokrat û aştîxwaz dikin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Idlib, Bab, Cerablus, Ezazê tev bigerin û fişarê lê bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve û rêzê ji îradeya gel re bigire."

(bb/bm)

ANHA