Piştî salekî kampa Berxwedan

Berxwedana şêniyên Efrînê dema ji warên xwe bi darê zorê derketin ranewestiye. Asta têkoşînê mezin kirin û navê berxwedana xwe li kampê kirin. Ev zaleke ruxma hemû zor û zehmetiyan berxwedana di kampa Berxwedan de berdewam e.

Piştî salekî kampa Berxwedan
Piştî salekî kampa Berxwedan
Piştî salekî kampa Berxwedan
Piştî salekî kampa Berxwedan
Piştî salekî kampa Berxwedan
Piştî salekî kampa Berxwedan
Piştî salekî kampa Berxwedan
Piştî salekî kampa Berxwedan
25 nîsan, 2019   06:19
ŞEHBA- XANDÎ ELO

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de dagirkirin, şêniyên kantonê neçar man ji malên xwe derkevin. Şênî li kantona Şehbayê di kampan de bi cih bûn. Kampa Berxwedana di 23`yê Adara 2018`an de hate avakirin. Di dirêjahiya salekê de şêniyan xwebirêxstin kirin û destnîşan kirin ku ji bo rizgarkirina Efrînê ji bilî berbijeka berxwedanê tiştek din tune ye.

Piştî ku şêniyan sedema mayîna li Şehbayê  têgihiştin herikîn kampê

Şênî piştî demek kin, têghiştin sedema mayîna wan li Şehbayê berdewama berxwedana wan  e heya ku Efrîn rizgar bibe. Ji ber wê şênî herikîn kampa Berxwedan. Hejmara malbatên ku niha lê dimînin gihaşt 720 malbatan. 2 hezar û 750 kes di rûbara 10 hezar m2, di bin 775 konan de dimînin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina xwe alîkariya şêniyên Efrînê kirin

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin û şênî ji malên wan hatin derxistin, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina xwe alîkariya şêniyan kirin.  Şêniyan li ser bingeha biratiya gelan tiştên pêwîst ku ji wan têne xwestin pêşkêş kirin.

Ji bo rêxistinkirina şêniyan komîn hatin avakirin û zarok vegerîn daniştokên xwendinê

Piştî demekî kin ji vekirina kampê, şêniyan bi riya komînan xwe birêxistin kirin. Di nav kampê de 14 komîn hatin vekirin. Piştre meclis hatin avakirin. Komîn û meclis jî xebatên xwe bênavber ji bo xizmeta gel û çareserkirina pirsgirêkên wan meşandin.

Her wiha zarokên Efrînê piştî ku di encama dagirkeriyê de ji xwendina xwe qut bûbûn, vegerîn xwendina xwe. Bi vê mebestê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk 20 kon ji bo 500 zarokên di asta seretayî de, 292 di asta navîn de û 182 di asta amadehî de danîn.

Şaredariya Gel jî li gorî derfetên heyî gelek xebat di nav kampê de meşandin. Şaredariyê riya kampê restore kir, parkek vekir, toreyên kanalîzasyonê sererast kir. Madeya isment peyda kir û zemîna kampê pê rêxist da ku av derbasî kampê nebe.

Şaredariya Gel ji bo ku pêdiviyên  şêniyan peyda bike du sûkên gelêrî di nav kampê de vekir. Bi vê yekê derfetên kar ji şêniyan re peyda kir da ku debara xwe peyda bikin.

Şêniyên Efrînê kevir avêtin kesên ku alîkariya dagirkeriyê kirine û alîkariyên wan qebûl nekirin

Gelek rêxistin bi armanca pêşkêşkirina alîkariyan berê xwe dan kampê, lê tu rêxistinek bi erkên xwe ranebûn û gotinên wan ber bayê çûn.

Her wiha du rêxistinên Rûsî hewl dan alîkariyan pêşkêşî şêniyan bikin, lê şêniyan ew alîkarî red kirin û kevir avêtin wan. Bi vê yekê ji Rûsyayê re diyar kirin ku ew nikare wan bixapîne û komploya wê bi Tirkiyê re ji bo dagirkirina Efrînê ji wan re eşkere bûye.

Gelo çawa 4 demsal li ser şêniyan derbas bûn?

Bi hatina havînê re germahî zêde bû û rewşa kampê her çû dijwartir bû. Gelek zarok nexweş ketin, lê dîsa jî şêniyan li ber xwe dan.

Rewşên hawayê yên havîn û zivistanê tiştek ji biryardariya şêniyan di berxwedan û têkoşînê de neguhert. Ji ber ku şênî têghiştin ku hebûn yan jî mayîna wan a li Şehbayê dê bibe sedema rizgarkirina Efrînê.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê kampa Berxwedan Şêxo Ibrahîm ji ajansa me re axivî û got: "Ji ber nebûna derfetan gelek kêmasî di destpêka vekirina kampê de derketin. Lê me ew derbas kirin. Piştî hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me bi hezaran şênî di rûbara 10 hezar m2 de bi cih kirin.”

Ibrahîm wiha domand: "Şêniyên Efrînê bi armanca rizgarkirina Efrînê li vir dimînin. Ew xwe birêxistin kirin û perwerdeyên xwe jî dibînin."

Şêniya bi navê Emîne Aslan teqez kir ku tevî şert û mercên dijwar, ew ê li Şehbayê bin, heya ku Efrîn rizgar bibe.

(şx)

ANHA