Amadekariyên lidarxistina Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk

Buroya Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk dike. Tê payîn ku kongre di dawiya meha Nîsanê de li dar bikeve.

Amadekariyên lidarxistina Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk
23 nîsan, 2019   06:10
EYN ÎSA

Buroya Olan û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk dike. Dê kongre di 27-28’ê Nîsanê de li bajarê Amûde pêk bê. Buro niha hewl dide amadekariyên xwe bi dawî bike.

Kongre dê 2 rojan bidome. Di roja yekemîn de beşdar dê mijara pênasekirina îslama rast û vegerandina wê ji jêderên safî re nîqaş bikin. Roja duyemîn dê taybet a 300 endamên bingehîn be, dê rêziknameya kongreyê were xwendin û serokê Kongreya Îslamî were hilbijartin.

Dê 800 kesayetên îslamî ji hundir û derveyî Sûriyê, di nav de 300 delegeyên saziyên olî, beşdarî kongreyê bibin.

Hevseroka Buroya Olan û Baweriyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ezîze Xenafêr destnîşan kir ku armanca wan a sereke ji lidarxistina kongreye ew e ku pênasekirina îslama rast, vegerandina wê ji jêderên wê yên safî û zuhakirina kaniyên fikrên tundraw a ku çeteyan bi navê îslamê  li herêmê çandine.

Ezîze hêvî kir ku kongre rolekê di jinûvesazkirin û sererastkirina îslamê de bilîze piştî ku ji hêla komên çete ve hatiye şewihandin. Ezîze got: “Kongre li gel têkçûna DAIŞ`ê ya ku bi navê îslamê sivîl kuştin û koçber kirin, li dar dixin.” 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev kongre ya sêyemîn e, piştî kongreya Amed û Stenbolê.

(şx)

ANHA