Li Dirbêsiyê tecrîd hate şermezarkirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi meşekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê.

Li Dirbêsiyê tecrîd hate şermezarkirin
Li Dirbêsiyê tecrîd hate şermezarkirin
Li Dirbêsiyê tecrîd hate şermezarkirin
Li Dirbêsiyê tecrîd hate şermezarkirin
22 nîsan, 2019   15:52
HESEKÊ

Bi pêşengtiya Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê bi sedan şêniyên navçeya ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê meşek lidar xistin.

Meş ji ber navenda ciwanan ber bi sûka navendî ya navçeyê ve dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, pankartên bi nivîsên "Em ê tecrîdê rakirin û dîwarê Îmraliyê hilweşînin", "Em ê faşîzmê têk bibin, tecrîdê rakin û bi Rêber Apo re azad bijîn" û "Bi rihê berxwedana girtiyan em komployê têk bibin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn" hilda bûn.

Meş li sûka navendî rawestiya. Piştî deqeya rêzgirtin rêvebera Kongreya Star Jiyan Mihemed axivî û bal kişand ku Leyla Guven ev 166 roj in di greva birçîbûnê de ye û wiha domand: "Jinên Kurd bi berxwedana xwe tê nasîn, ji şehîd Zîlan heta Leyla Guven ku ne bi çek, lê belê bi îradeya xwe şer dikin. Berxwedana wan ji hêza çek mezintir û dijmin ditirsîne."

Jiyan destnîşan kir ku jinên navçeya Dirbêsiyê piştgiriyê didin berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê û got: "Dengê Leyla dengê me ye."

Endamê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Îsmaîl Hesen jî ev tişt anî ziman: "Leyla Guven û hevalên wê ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Abdullah Ocalan tê dikoşin. Em piştgiriya xwe bi wan re radighînin, çalakiyên me berdewam in heta rêber Ocalan azad bibe."

Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê û banga azadiya Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA