PAJK: Wê tu kes nikaribe pêşiya berxwedanê bigire

Koordînasyona PAJK’ê êrîşa polîsên Tirk a dijî dayikên Kurd kirin bi tundî şermezar kir  û got: "Ew ê tu kes nikaribe pêşiya berxwedanê bigire".

PAJK: Wê tu kes nikaribe pêşiya berxwedanê bigire
22 nîsan, 2019   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona PAJK’ê têkildarî êrîşa polîsên Tirk a dijî dayikên Kurd ku çalakiya rûniştinê kiribûn daxuyaniyek nivîskî weşand. Koordînasyonê got, wê gelê Kurd, gerîlayên Kurd û ciwanên Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Koordînasyon PAJK‘ê got ku, “Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, bi biryardarî didome. Em hemû berxwedêran careke din silav dikin. Di şertên faşîzmê de, jin, ciwan û gelê Kurd dibêjin berxwedan jiyan e û her kêlî têdikoşin. Tu êrîş û qirkirin nikare berxwedana gelê Kurd bide sekinandin. Wê tu kes nikaribe pêşiya berxwedana ji bo Rêbertiya me bigire. Berxwedana bi mehan diyar dike ku tekane rojeva gelê Kurd azadiya Rêbertî ye. Tu êrîş ew ê nikaribe pêşiya vê berxwedanê bigire. Wê hêrsa gelê Kurd wekî volkanan biteqe.

Dayîkên ku dilê wan li hemberî helandina zarokên wan debar nake, îro di çalakiyê de ne. Ew pêlîstokên rejîma faşîst divê baş bizanibin ku, rûyê wan yek bi yek li ber çavê me ye. Wê gelê Kurd, gerîlayên Kurd û ciwanên Kurd li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Peywira her kesî ye ku bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê. Divê mirovên welatparêz, demokrat û bihistyar li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin.

Em êrîşên li ser dayîkan û berxwedêran bi nefret şermezar dikin. Em hemû berxwedêrên li dijî faşîzmê silav dikin û dibêjin ku berxwedan rêya azadiyê vedike."