Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dest bi komkirina îmzeyan kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê dest bi komkirina îmzeyên malbatên şêhîdan ên kantona Kobanê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dest bi komkirina îmzeyan kir
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dest bi komkirina îmzeyan kir
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dest bi komkirina îmzeyan kir
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dest bi komkirina îmzeyan kir
Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo darizandina DAIŞ`iyên girtî dest bi komkirina îmzeyan kir
22 nîsan, 2019   13:13
KOBANÊ

Di 23`yê Adara 2019`an de DAIŞ li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) ve li gundê Baxozê hat têkbirin. Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê dîl li gel Hêzên Sûriya Demokratîk girtî ne.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî li Kobanê ku yekemîn bajar e ku DAIŞ lê têk çû û  darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên dîl, dest bi komkirina îmzeyên malbatên şehîdan ên kantona Kobanê kir.

Îro Meclisê li Kobanê ji Taxa Şehîd Serhed dest bi komkirina îmzeyan kir. Yek ji dayikên şehîdan  Zelîxa Îbrahîm diyar kir ku ji mafê malbatên şehîdan e ku darizandina kujerên zarokên xwe bixwazin û got: "Sûcên DAIŞ`ê nayên lêborandin. Bi sedan zarok, jin, ciwan, kal û pîr şehîd xistin. Em dixwazin dadgeheke navneteweyî li Kobanê were avakirin û DAIŞ were darizandin."

Her wiha ji rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Silêman Silêman bang li gelên Rojava kir ku darizandina DAIŞ`ê daxwaz bikin û wiha got: "Em li gorî daxwaza malbatên şehîdan van îmzeyan kom dikin. Pêwîst e rêxistinên mafên mirovan alîkariya QSD`ê bikin heta ku wan çeteyan dadgeh bikin."

Piştî ku îmzekirin bi dawî bibe, dê ji rêxistinên mafên mirovan re werin şandin.

(şm)

ANHA