Berxwedan Amûdê: Berxwedana me ya li dijî çeteyan berdewam e

Ji fermandarên QSD`ê Berxwedan Amûdê di merasîma sersaxiya şehîd Amar Deqorî de axivî û diyar kir ku berxwedana wan a li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dawî nebûye got: "Piştî têkçûna DAIŞ`ê şaneyên veşartî dest bi tevgerê kir, lewma hêzên me dest bi bidawîkirina çeteyan bi temamî kir." 

Berxwedan Amûdê: Berxwedana me ya li dijî çeteyan berdewam e
Berxwedan Amûdê: Berxwedana me ya li dijî çeteyan berdewam e
Berxwedan Amûdê: Berxwedana me ya li dijî çeteyan berdewam e
Berxwedan Amûdê: Berxwedana me ya li dijî çeteyan berdewam e
Berxwedan Amûdê: Berxwedana me ya li dijî çeteyan berdewam e
Berxwedan Amûdê: Berxwedana me ya li dijî çeteyan berdewam e
22 nîsan, 2019   12:34
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya Qamişlo li bin konê ku li navenda navçeyê hatiye vedan, sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê şehîd Amar Deqorî (Ebû Şahîn) re xwest.

Merasîma sersaxiyê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, fermandarên YPG û YPJ`ê hate lidarxistin. Her wiha konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Amar Deqorî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên QSD, YPG û YPJ`ê hat xemilandin.

Di bin konê sersaxiyê de hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Selwa Îbarahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd Amar re xwest.

Paşê ji fermandarên QSD`ê Berxwedan Amûdê axivî û diyar kir ku berxwedana wan a li dijî çeteyan berdewam e û wiha got: "Piştî têkçûna DAIŞ’ê şaneyên veşartî dest bi tevgerê kir, hêzên me jî da ku bi temanî çeteyan têk bibin, dest bi tevgerê kir."

Sersaxî serdana şêniyên navçeya Amûdê berdewam dike.

(eh)

ANHA