Desteya Çandê lêkirina dîwarê li dora Efrînê, şermezar kir

Endam û rêveberên Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê bi daxuyaniyekê bal kişand ser girîngiya helwesta li dijî hewldanên Tirkiyê û lêkirina dîwarê ku dê Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike, şermezar kir û diyar kir ku dê Sûriye hevgirtî bimîne.

Desteya Çandê lêkirina dîwarê li dora Efrînê, şermezar kir
22 nîsan, 2019   11:22
KOBANÊ

Piştî çend rojan ji dagirkeriya Tirkiyê ji avakirina dîwaran li dora kantona Efrînê da ku serweriya xaka xwe berfirehtir bike, bertekên şermezarkirina van kiryaran zêdetir bûn.

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê îro daxuyaniyek li pêşiya Navenda Çandê ya Kobanê bi zimanên erebî û kurdî da û kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê hevserokên desteyê Rêzan Nasan û Zîlan Hemo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji 18’ê Adara 2018’an ve dewleta Tirk kantona Efrînê ya Sûriyê dagir kir û hê jî dagir kiriye. Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ku bi komên çete re hevkar e, bi kiryarên dermirovî rabû, ne tenê li dijî şêniyên Efrînê, her wiha li dijî xwezayê jî şewat û wêrankirin pêk anîn. Her wiha di vê dema dawîn de jî dewleta dagirker a Tirk dest bi avakirina dîwaran kir ku dê Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike.

Li ser vî esasî em bi navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê van kiryarên hovane şermezar dikin û şêwazên dewleta dagirker a Tirk red dikin, her wiha bang li raya giştî dikin ku kiryarên Tirkiyê yên dermirovî rawestîne, ji ber ku armanca van kiryaran avakirina Împaratoriya Osmanî ser hesabê nirxên gelan e û pêkanîna êrîşên hovane ye.

Di dawiyê de em dengê xwe ji bo têkoşîna şêniyên Efrînê bilind dikin û wiha dibêjin; na ji dagirkeriya Tirkiyê ser xaka Sûriyê re, na ji kiryarên hovana yên dermirovî re, na ji faşîzma Erdoganê terorîst re. Ew ê Sûriya hevgirtî bimîne û em ê rê nadin parçekirinê."

(eh)

ANHA