Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa serweriya Rûsya û Îranê li Sûriyê, êrîşên li dijî Srî Lankayê û rewşa Lîbya û Sûdanê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
22 nîsan, 2019   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Moskovê ji Şamê xwest ku bendera Tartûsê heta 49 salan bi kirê bide

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Çavkaniyên rûsî ragihand ku hevdîtina serokê Sûriyê Beşar El-Esed û Yurî Borîsov beriya niha bi 2 rojan li Şamê, tê de mijarên bazirganî û hevkariya aborî û taybet di aliyê enerjî û pîşesazî de hatin nîqaşkirin.”

Ajansa Tas a nûçeyan li ser zimanê Borîsov got tê payîn ku di demeke nêz de Rûsya hevpeymana kirêkirina bendera Tartûsê ya Sûriyê heta 49 salan mohr bike.

Lê ji aliyekî din ve jî, piştî agahiyên kirêkirina Tartûsê belav bûn, di nava gelê Sûriyê de ku di nava tengesiya aborî de ya ku ev 2 hefte ne li welat rû dide û di encamê de benzîn qut bûye, bêzariyek çêbû. Li ser vî esasî kurê apê serok Beşar El-Esed, Durid El-Esed li ser hesabê xwe yê Facebookê got: “Bendera Laziqiyê ji Îranê re. Bendera Tartûsê ji Rûsyayê re. Çima em wekî sûrî bendera El-Sîd li Ceblê ye?”

Rûsya û Îran ji bo serweriya li Sûriyê di nava pêşbirkê de ne. Piştî ku rejîma Sûriyê, bendera Laziqiyê ya bazirganî ji Cotmeha 2018`an ve bi kirê da Îranê, hêrsa Rûsyayê zêde kir.

Şerq El-Ewset: Fermandarên Kurd; Makron soza parastinê da me

Seroka Desteya Rêveberiya ya MSD`ê Îlham Ehmed teqez kir ku serokê Fransa Emmanuel Macron soz daye şandeyeke ji meclisê ku dê desteka leşkerî dewam bike û parastina herêmê ji gefan bike.

Macron li Parîsê di 20`ê Nîsanê de, şandeyeke MSD`ê tê de Îlham Ehmed, Şêwerimendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Serokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş, Nûnerê PYD`ê li Fransa Xalid Îsa, Fermandara YPJ`ê Nesrîn Ebdullah û Berdevkê QSD`ê Kîno Gabrîyêl, pêwaz kir.

Toreya Rûdawê li ser zimanê Îlham Ehmed ragihand ku Hêzên Fransa dê li Sûriyê bimîne û wan soza dayîna desteka leşkerî û sivîl dan, da ku li dijî terorê têkoşîn bikin û ji kokê de rabikin. Her wiha Îlham Ehmed diyar kir ku serokê Fransa teqez kiriye ku ew ê parastina istiqrar û ewlehiya herêmê ji her gefan bike.

Sûdan

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokê Meclisa Leşkerî ya demkî li Sûdanê  Ebdilfetah E-Berhan duh got  ji sibê ve meclis amade ye desthilatê radest bike, eger hêzên siyasî erê kir û hikumeteke ku li ser hevkirine pêşkêş bikin.”

 Îran

Têkildarî  rewşa Îranê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Piştî 2 hefteyan ji xistina hêzên Muhafizên Şoreşê di lîsteya terorê de, Elî Xameneyî biryarnameyek der barê îstifakirina fermandarê Muhafizên Şoreşê Mihemed Elî Ceferî de derxist û li şûna wî cîgirê wî Hisên Selamî erkdar kir."

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Heyat wiha got: "Cîgirê serokê Yemenê El-Ferîq El-Rikin Elî Mihsin Salih israra rêveberiya siyasî li welatê wan di domandina operasyona leşkerî heta rizgarkirin û derxistina El-Hûsiyan ên ku ji Îranê desteka xwe digrin û azarên yemeniyan rabikin.”

Lîbya

Der barê rewşa Lîbya de rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokê hikumeta El-Wîfaq a Lîbî li Terablûsê Fayîz El-Sîrac di seatên dawî de dît ku guhertinek di helwesta navneteweî der barê dawîkirina komên radîkal û komên îslamî siyasî li Lîbyayê heye. Lewra civaka navneteweyî der barê helwesta wan a Ii ser Lîbyayê parçe bûn di nav wan de çêbû û hevsengiyên diplomasî li gorî berjewendiyên hikumeta wî li Terablûsê çêbûn."

Srî Lanka

Li aliyekî din jî rojnameya Şerq El-Ewset behsa Srî Lankayê kir û got: "Ji ber rêzekomkujiyên li dêr û otêlên Srî Lankayê di Cejna Paskalyayê  ya Xirstiyanan de, 207 kes herî kêm hatin kuştin û zêdetirî 450 birîndar bû.”

Ukrayna

Der barê rewşa Ukraynayê de rojnameya El-Beyan wiha got: “Di hilbijartinên serokatiyê yên li Ukraynayê de komedyen Volodimîr Zalinskiy li dijî serokê ku erka xwe bi dawî bûye Petro Proşenko bi ser ket.”

(jo/kc)