Raxib El-Faris: Herêma “ewle” fêlbaziya Tirkiyê ya nû ye

Şêx Raxêb El-Farês destnîşan kir ku îdiayên Tirkiyê girêdayî herêma “ewle” fêlbaziyek e da ku herêmên din ji Sûriyê dagir bike. El-Faris bang kir ku herêma “ewle” di nav xaka Tirkiyê de were avakirin, ji ber ku gelê herêmê guleyek li dijî dewleta Tirk neavîtiye.

Raxib El-Faris: Herêma “ewle” fêlbaziya Tirkiyê ya nû ye
22 nîsan, 2019   04:22
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO-EHMED SEMÎR

Şêxê êla El- Zubêd Raxib Faris planên Tirkiyê ên li Sûriyê û bi hinceta herêma “ewle” hewldanên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê ji ajansa me re nirxand.

‘Tirkiyê desteka terorê kir û derbasî Sûriyê kir’

Di destpêka axaftina xwe de şêx Raxib El-Faris rola neyînî ya dewleta Tirk li Sûriyê bi bîr xist û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk desteka terorê dike. Tirkiyê teror derbasî xaka Sûriyê kir bi taybet herêmên Bakurê Sûriyê. Herêmên ku ji destpêkê ve ewlehiya xwe bi riya kombûna li dora projeya Neteweya Demokratîk û parastina rewa parastiye.”

Piştî têkçûna DAIŞ`ê Tirkiye hewl dide herêma “ewle” bixe rojevê

El-Faris destnîşan kir ku gelê Bakurê Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve de di bin ala QSD, YPG û YPJ`ê de bûn yek û teror ji herêmê qewirandin. El- Faris got: “Dewleta Tirk hewl da bi riya desteka terorê planên xwe pêk bîne, Lê bi têkçûna DAIŞ’ê re vê carê hewl dide herêma “ewle” li Bakurê Sûriyê bixe rojevê û bighêje armancên xwe."

‘Em aştîxwaz in û me rojekê guleyek ber bi Tirkiyê ve neavêtiye’

El-Faris diyar kir ku gelê Bakurê Sûriyê bi giştî azadîxwaz in û ji mafên cîran re rêzdar in. El-Faris axaftina xwe wiha domand. “Gelê herêmê ji kevn ve guleyek jî ber bi dewleta Tirk ve neavêtiye. Lê dewleta Tirk dayîka terorê ye û li dijî gelan ne. Lê heta niha planên wî yên li dijî gel têk çûne.”

‘Herêmên “ewle” fêlebaziya Tirkiyê ya nû ye da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike’

Şêx Raxib El-Faris di berdewamiya hevpeyvînê de got: “Daxwaza gelê Bakur Sûriyê ew e ku herêma ewle di nav xaka Tirkiyê de be. Ji ber ku dewleta Tirk êrîşî Bakurê Sûriyê dike. Îdiaya Tirkiyê ji bo avakirina herêma “ewle” fêlebaziyek e da ku herêmê din ên Sûriyê dagir bike.”

‘Em herêmek ewle bi çavdêriya navdewletî qebûl dikin’

Di nav gotinên xwe de El-Faris teqez kir ku ew herêma “ewle” bi serdestiya Tirkiyê red dikin û wiha domand: "Em qebûl nakin ku herêma ewle di bin serdestiya Tirkiyê de be. Lê em herêma ewle bi çavdêriya navdewletî dipejrînin. Dîsa ez dubare dikim gelê Bakurê Sûriyê guleyek li dijî dewleta Tirk neavêtiye."

‘Dewleta Tirk bi hinceta herêma ewle hewl dide herêmê dagir bike’

El-Faris destnîşan kir ku îdiayên Tirkiyê girêdayî herêma ewle, tenê hincet in, armanca wî dagirkirina herêmê ye. El- Faris got: “Mîna ku li Lîwa Skenderon kiriye û niha li Efrîne dike. Tirkiyê destpêkê behsa 32 km dikir û piştre peymana Edene bi 5 km. Di vir de doz doza dagirkirinê ye, ne ku ewlehiya herêmê ye. Em wek gelê Bakurê Sûriyê dagirkeriyê bi tevahiya teşeyên wê ve red dikin.’

‘Ji bo parastina herêmê hevgirtin pêwîst e’

Şêx Raxib El-Faris banga yekîtî û hevgirtinê li gelê Bakur Sûriyê kir û wiha pê de çû: "Tirkiye îro li ser gelek benan dilîze ji bûyerên kuştin û çalakirina şaneyên veşartî. Lê hewldanên wê hemû têk çûn ji ber ku hêzên me yên leşkerî bi şev û roj li hemberî wan sekinîn. Divê gelê me guh nede îdiayên nerast. Me zêdetirî 11 hezar şehîd daye tevî bi hezaran birîndaran. Divê fedekariyên wan vala neçin."

‘Binpêkirinên li ser gelê Efrînê tê kirin, wek kiryarên DAIŞ’ê ne’

El-Faris rewşa Efrînê bi bîr xist û got: "Tirkiye û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. Ev jî rêgeza DAIŞ`ê ye lê di bin navên cuda de ye. Heta niha binpêkirinên ku pêk tînin ji guhertina demografîk, revandina sivîlan li beramberî fidyayan û koçberkirina şêniyan bi darê zorê ji kirinên DAIŞ`ê zêdetir in. Lê tişta ku ez dixwazim bêjim ku dagirkerî demkî ye û biryara me di vî warî de yek e. Efrîn ya Sûriyê ye û divê were rizgarkirin."

Di dawiyê de şêx Raxib El-Faris diyar kir ku Rûsyayê hişt ku Tirkiye derbasî Efrînê bibe û wiha got: "Ji ber ku Efrîn xakek Sûrî ye. Em bang li Rûsya û hikumeta Sûriyê dikin ku li rex QSD`ê bisekinin da ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin."

(şx)

ANHA