Heta niha Zelenksy di hilbijartinên Ukranyayê de bi serketî ye

Di anketek a ji bo hilbijartinên serokatiya Ukranyayê  hatibû amadekirin de, lîstikvanê komîk Volodymyr Zelenksy li hemberî serokê Ukranyayê Petro Poroshenko yê ku dema serokatiya wî bi dawî bû, bi serket.

Heta niha Zelenksy di hilbijartinên Ukranyayê de bi serketî ye
21 nîsan, 2019   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li AFP ‘ê di anketa ku dema derketina welatiyan ji navendên dengdanê de hat çêkirin Zelenksy ê 41 salî di tora duyemîn a dengdanê de ji sedî 73.2 deng bi dest xist û Poroshenko yê 53 salî  ku ev 5 sal in serokatiya Ukranyayê dike ji sedî 25.3 deng bi dest xist.

Piştî ragihandina encamên destpêkê alîgirên Zelenksy şahî lidarxistin.

Toreya duyemîn a hilbijartinên serokatiya Ukranyayê vê sibehê destpê kiribû.

Di ankêtê de, diyar dibe ku lîstikvanê komîk Volodymyr Zelenksy ku nû dest bi siyasetê kiriye di toreya duyemîn de bi şans e ku ji sedî 70 deng girt.