El-Mehbaş: Macron teqezî li ser destekdayîna Rêveberiya Xweser kir

Ebd Hamid El-Mehbaş destnîşan kir ku serokê Fransayê Macron teqezî li ser destekdayîna Rêveberiya Xweser kir da ku nûnerên rêveberiyê di çêkirina destûra Sûriyê de cih bigirin.

El-Mehbaş: Macron teqezî li ser destekdayîna Rêveberiya Xweser kir
19 nîsan, 2019   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku serdana Fransayê dike, der barê hevdîtina wan a bi serokê Fransayê Emmanuel Macron a li Otêla Westen a li paytext Parîsê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş destnîşan kir ku herêm ji mezintirîn rêxistina terorîst hate rizgarkirin û berdêlên giran ji bo rizgarkirina herêmê hatin dayîn û wiha dewam kir: “Me 11 hezar şehîd û  zêdetirî 22 hezar birîndar dan. Koalîsyona Navdewletî jî şirîkê vê serkefinê ye.”

El-Mehbaş got ragihandina têkçûna DAIŞ`ê û serkeftina dîrokî ku di 23`yê Adarê de pêk hat, ne tê wateya tunekirina terorê, serkeftina dawî pêwîstiya xwe bi demeke dirêj û karekî bêhtir heye û wiha got: “Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi koordîneyeke zêde bi Koalîsyona Navneteweyî re heye.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di berdewama axaftina xwe de got: “Piştî ev serkeftinên ku hatin bidestxistin, em ji civaka navneteweyî û rêveberiya Fransayê dixwazin ku di aliyê siyasî de destekê bidin Rêveberiya Xweser. Her wiha divê nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî çêkirina destûra Sûriyê bibin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser nûnertiya zêdetirî 5 milyon kes ji hemû pêkhateyên Sûriyê dike. Her wiha me daxwaza destekdayîna xizmetguzariyê û hemû warên din û taybet jinûveavakirinê kir.”

Ebd Hamid El-Mehbaş der barê astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, got: “Bi dehan şaneyên veşartî yên terorîst, her wiha bi hezaran endamên çeteyên DAIŞ û tevî malbatên wan li herêmên Rêveberiya Xweser hene. Hebûna mezin a vê hejmarê li herêmê û gefên dewleta cîran a Tirkiyê, xetereyê çêdikin. Ji ber ku ger êrîş li dijî herêmên me çêbe, wê ew kesên ku xetere li ser me û tevahiya cîhanê çêdikin ji zindanê birevin.”

El-Mehbaş bi berdewamî got: “Li ser vî esasî em ji civaka navneteweyî daxwaz dikin ku destekê ji bo avakirina dadgeheke sûcdaran a navneteweyî li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin, da ku ev çete li gorî qanûnan û hevpeymanên navneteweyî werin darizandin. Ji ber ku van çeteyan sûc li ser axa Sûriyê kiriye û li wir hatine girtin.”

Ebd Hamid El-Mehbaş tekez kir ku ger ev yek pêk neyê, ew ê nikaribin terorê tune bikin û dê teror careke din bi navên cuda derkeve.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş bal kişand ser hevdîtina wan a bi serokê Fransayê re û got: “Serokê Fransayê teqezî li ser destekdayîna Rêveberiya Xweser kir da ku nûnerên wan di çêkirina destûra Sûriyê de hebin. Her wiha serokê Fransayê, teqezî li ser çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an kir.”

Her wiha El-Mehbaş da zanîn ku serokê Fransayê teqezî li ser destekdayîna Rêveberiya xwe di aliyê madî de kir, da ku xebatên geşkirin û  xizmetguzariyê werin kirin. El-Mehbaş anî ziman ku serokê Fransayê dê destekê bide ji bo xebatên ewlehî û îstiqrara li herêmê.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya axaftina xwe de got serokê Fransayê bal kişand ser girîngiya ewlehiya herêmên li ser sînor û got: “Em wek Rêveberiya Xweser jî, ev yek daxwaza me ya sereke ye, ji ber ku em dixwazin têkiliyeke xweş a cîrantiyê bi Tirkiyê re hebe.”

(bx/kc)

ANHA