Ji ber Qeterê wekîlê derve yê Sûdanê ji karê xwe hate derxistin

Berdevkê meclisa leşkerî ya demkî ya Sûdanê Şemis El-Dîn El-Kebaşî got: “Derxistina wekîlê Wezîrê Karê Derve Bedir El-Dîn Ebdullah ji karê wî, ji ber daxuyaniya çapemeniyê derbarê serdana şandeya Qeterê li Sûdanê bêyî agahiya meclisê ye.”

Ji ber Qeterê wekîlê derve yê Sûdanê ji karê xwe hate derxistin
19 nîsan, 2019   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN.

Televîzyona El-Hura ya Amerîkî li ser zimanê berdevkê meclisa leşkerî ya demkî ya Sûdanê Şemis El-Dîn El-Kebaşî got: “Derxistina wekîlê Wezîrê Karê Derve Bedir El-Dîn Ebdullah ji karê wî, ji ber daxuyaniya çapemeniyê derbarê serdana şandeya Qeterê li Sûdanê bêyî agahiya meclisê ye.”

El-Kebaşî da zanîn ku wezareta derve di vê mijarê de nerîna meclisa leşkerî ne girtiye.

Serokê meclisa demkî Ebdullfetah El-Birhan beriya niha biryara derxistina Ebdullah da ye.

(jo)