Iraq û Siûdiyê bo xurtkirina têkiliyan hevpeymanan mohr kirin

Iraq û Siûdiyê gelek hevpeyman û muzekereyên lihevkirinê mohr kirine. Mohrkirin li paytexta Siûdiyê Riyadê di navbera serokwezîrê Iraqê Adil Abdullhadî û melikê Siûdiyê Silêman Bin Abullazîz de pêk hat.

Iraq û Siûdiyê bo xurtkirina têkiliyan hevpeymanan mohr kirin
18 nîsan, 2019   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Siûdiyê û Iraqê roja Pênşemê bi daxyaniyeke hevbeş têkiliyên dîrokî, olî, civakî, girîngiya danûstandinên mîrateyên siyasî yên di navbera her du welatan de teqez kirin.

Tê zanîn ku daxuyanî bi boneya serdana serokê Meclisa Iraqê Adil Abdullhadî ji Siûdiyê re hatiye ragihandin. Paşê civînek danûstandinan bi qiralê Siûdiyê melik Silêman Bin Abdullazîz re hat lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev serdan di çarçoveya "Hevgirêdanên dîrokî yên xurt de" yên ku Iraqê û Siûdiyê bi hev re dicivîne pêk hatiye. Her wiha di çarçoveya "Bicih kirina têkilî û xwestekên hevbeş ên ku dihêle ber bi asoyên nû ve biçin" hatiye mohrkirin.

Paşê qiral Silêman û Ebulmihdî civînek danûstandinên ku di derbarê rewşa xurtkirin û pêşdebirina têkiliyên dualî, ku xizmetê ji her welatên cîran re bike pêk hat.

Her wiha"Gelek hevpeyman û muzekereyên di aliyên cur bi cur de ku di çarçoveya hevkariya Siûdiyê û Iraqê de ne hatine morkirin.

Di vê derbarê de qiralê Siûdiyê û serokwezîrê Iraqê tkiliyên dîrokî, olî û civakî yên di nav bera dewleta Erebî ya Siûdî û Komara Iraqê de tekez kir, her wiha girîngiya danûstandên vê mîrateya siyasî, olî û dîrokî  û xurtkirina hevgirêdanên bi perspektîfên her du serokan diyar kirin.

Paşê derheqê berdewamkirina danûstandinan û hevkariya bo xurtkirina yekîtiya erebî û xebata erebî ya hevbeş hate  erêkirin.

Hêjayî gotinê ku piştî serdanê civîna yekem a Komîteyên Karûbarên Siyasî, Ewlehî û Leşkerî bi rêveberiya her du Wezîrên Derve yên Iraq û Siûdiyê hate lidarxistin.

(eh)