Li herêmên bê çek topbaran didome, kuştî û birîndar hene

Hêzên rejîma Sûriyê herêmên "Bê çek"  topbaran û bombebaran kir. Di encama topbarana li ser koçberên li bejahiya Idlibê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmên bê çek topbaran didome, kuştî û birîndar hene
18 nîsan, 2019   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê herêmên bê çek topbaran dike. Navendê diyar kir ku îro di saetên sibê de hêzên rejîmê Um Celal û Um Tiwêne yên aliyê başûr rojhilatê bejahiya Idlibê topbaran kir.

Çavkaniyan ji Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan Sûriyê re diyar kir ku hindek top li kampa koçberan a nêzî Um Celal ketin. Di encama wê de 10 kes hatin kuştin di nav de du jin hebûn,  her wiha 30 kesên din birîndar bûn û rewşa hink kesan jî giran e.

Her wiha herêmên ji gundê Şehrenaz û Hewîce yên bejahiya bakur-rojavayê Hemayê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin topbarankirin.

(bx)