Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin

Meclis û komîteyên xizmetguzariyê li bejahiya Dêrazorê bi hemû derfetên xwe xizmetê ji şêniyan re dikin. Komîte û meclisan alîkariyên mîna belavkirina cerên gazê û derman li şêniyên herêmê, her wiha hejmarek ji dibistanan jî sererast kirin.

Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
Li Dêrazorê xizmetguzariyên pêwîst tên pêşkêşkirin
17 nîsan, 2019   10:39
DÊRAZOR 

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest bi belavkirina tibabekî ji dermanên wekî sîroma, dermanên îltîhabê, dermanên destwerdanên cur bi cur, mixitirê yesayî û dermanên ku piştî emeliyatê pêwîst in, li hemû navendên tenduristiyê yên li bejahiya Dêrazorê kirine.Tê zanîn ku navendên tenduristiyê yên li bejahiya Dêrazorê piştî ku ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, da ku pêwîstiyên di beşa tenduristiyê de bi cih bikin, hatine vekirin.

Her wiha Meclisa Herîmê ya li bajarokê Ebû Heman bi hevkariya komînên li herêmê 2 hezar cerên gazê bi buhayê 2 hezar û 800 LS li bajarokê Ebû Hemam û gundewarên li bejahiya Dêrazorê ya ku nû hatiye rizgarkirin ku pê ve girêdayî ye, bi armanca vegera aramiyê li wan herêman belav kirin.

Bi heman armancê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê dibistanên li gundê El-Şata yê li herêma El-Cezrat a li bejahiya bakurê Dêrazorê, dema ku hejmara xwendekaran li van herêman bilind bû, dest bi sererastkirinê kir, mîna dana kehrebeyê, kanalîzyon, boyax û peydakirina daniştekan. 

Di heman demê de hêjayî gotinê ye ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê xizmetguzariyê de, xizmetên baş pêşkêş dikin, di dema ku herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de bû, di milê xizmetguzariyê de bi paş ketibû, mînaka vê yekê jî peydakirina madeya benzînê zehmet e û dibe sedem ku nerehetî ji şêniyan re çêbe.

(eh)

ANHA