Êzidiyên Serêkaniyê di Çarşema Sor de banga darizandina çeteyên DAIŞ‘ê dikin

Êzidiyên herêma Serêkaniyê cejna sersalê ya êzidiyan anku Çarşema Sor li tevahiya gelê Kurd pîroz kir û banga avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir.

Êzidiyên Serêkaniyê di Çarşema Sor de banga darizandina çeteyên DAIŞ‘ê dikin
17 nîsan, 2019   06:42
HESEKÊ - BASIL REŞÎD

Gelê êzidî her sal di çarşema yekemîn a meha Nîsanê de cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Girêdayî mijarê ajansa me nêrînên hindek êzidiyên herêmê girtin.

Elî Şêxo destpêkê tevahiya gelê Kurd bi boneya Çarşema Sor pîroz kir û destnîşan kir ku Çarşema Sor cejna Tawûsê Melek e, daketin û pîrozkirina milyaketan li ser rûyê erdê ye.

Şêxo, têkoşer Zekî Şengalî ku bi komploya Tirkiyê li Şengalê şehîd bûbû, bi bîr anî û destnîşan kir ku gelê êzidî gelek êş û zilm kişandiye. Şêxo bang li civaka navdewletî kir ku çeteyên DAIŞ`ê ji ber komkujiyên der heqê êzidiyên Şengalê de pêk anîne, darizînin.

Ji aliyê xwe ve Hemê Xelo cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê êzidî yê li Şengalê û li tevahiya Kurdistanê pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ku tevahiya dewletên ku banga mirovahiyê dengê me bibihîze û çeteyên DAIŞ`ê darizinîn û piştgiriya gelê êzidî bikin."

Şêniyê bi navê Zeîm Sîno spasiya QSD`ê kir, ji ber ku DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune kir û bi dehan jin û zarokên êzidî xilas kirin.

Di dawiyê de Sîno bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi rêya avakirina dadgehên navdewletî li Rojava li gorî qanûnên navdewletî darizînin.

(şx)

ANHA