Bi dîmen - Artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan dike baregehên leşkerî

Dîmenên ku ji katona Kobanê hatine bidestxistin, diyar dikin ku artêşa Tirk a dagirker, malên sivîlan ên li ser sînor vediguherîne baregehên leşkerî û xendekan dıkole.

Bi dîmen - Artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan dike baregehên leşkerî
17 nîsan, 2019   06:09
KOBANÊ

Bi zêdebûna asta gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, li herêmên li ser sînorê di navber Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên leşkerî bi hêz dike û tevgera xwe zêde kiriye.

Ajansa me dîmenên ji gundên Goktepe û Aşmaya Jorîn ên ku dikevin aliyê Tirkiyê nêzî gundên Siftek, Kor Elî û Aşma yên rojavayê Kobanê, bi dest xistin. Di dîmenan de xuya dibe ku artêşa Tirk a dagirker malên sivîlan vediguherîne baregehên leşkerî. Her wiha li dora wan baregehan xendekan dikole.

Di sala 2018`an de artêşa Tirk a dagirker bi dehan gundên nêzî sînor ji aliyê Sûriyê ve bi taybet rojavayê bajarê Kobanê topbaran kirin, di encamê de hejmareke sivîlan jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA