Malbatên şehîdan li hember hevkarên dewleta Tirk daxuyaniyek da

Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê xwepêşandanek li dijî endamên opozîsyona yên hevkarên dewleta Tirk ku destekê didin destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê û Rojava re, li dar xist.

Malbatên şehîdan li hember hevkarên dewleta Tirk daxuyaniyek da
16 nîsan, 2019   11:06
KOBANÊ

Bi dehan malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê bang li Rêveberiya Xweser kir ku mal û milkên hindek kesên ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ne lê niha li bajarên Tirkiyê dijîn û destekê didin dagirkeriya Tirkiyê, desteser bikin.

Malbatên şehîdan li pêşiya Meclisa Dada Civakî ya li bajarê Kobanê kom bûn û got divê kesên ku destekê didin dagirkeriya Tirkiyê, li ser herêmên din ên Bakurê Sûriyê û herêmên ku berê hatine dagirkirin, hesab ji wan were xwestin.

Daxuyaniya malbatên şehîdan wiha ye:

“Gelê me yê welatparêz,

Divê em li hember kesên xayin ku xiyaneta xak û gelê xwe dikin, bisekinin. Em bang li gelê xwe li Bakurê Kurdistanê dikin ku helwestên xwe li hember wan kesên ku dixwazin destkeftiyên me binpê bikin, diyar bikin.

Em bang li malbatên xwe dikin ku têkiliyên xwe bi wan kesên xayin re qut bikin û biryarên baş der barê wan de bidin. Dema ku dewleta Tirk a dagirker herêmên Efrînê dagir kir û li dijî şêniyên me komkujî pêk anîn, wan kesan destek da dewleta Tirk û destê wan di komkujî, talankirin û koçberkirinê de hebû.

Ew kes zirarê didin xwîna şehîdên me. Ji ber wê em bang li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin ku der barê wan de biryarê bidin û mal û milkên wan desteser bikin. Navên wan kesan wiha ye:  Mustefa Misto ji gundê Ceb Ferec, Redîf Mustefa ji bajarokê Pêndir, Mihemed Elî Îsa ji gundê Qertel, Edhem Başo ji gundê Bistik, Şêx Hec Muslim ji gundê Şîran û Mehmûd Hec Hesen ji gundê Gulê."

(bx)

ANHA