Şewata li Notre Dame hate temirandin

Hikumeta Fransayê ragihand ku wan şewata li katedrala Notre Dame ya navdar a li paytext Parîsê temirandiye.

Şewata li Notre Dame hate temirandin
16 nîsan, 2019   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Tîmên agirkujiyê li paytexta Fransayê Parîsê îro sibehê şewata mezin a li katedrala Notre Dame ya navdar a li paytextê temirand. Şewatê duh êvarê saet di 18:30'an de li ser katedralê dest pê kir, di encamê de pira katedralê bi bilindbûna 93 metre rûxiya.

Berdevkê tîma agirkujiyê Gabriel Bloss ji AFP`ê re wiha got: "Şewat hate kontrolkirin û hate temirandin, lê li hin cihên biçûk hîn agir pê ketiye, em hewl didin vemirînin."

Beriya niha jî hikumeta Fransayê ragihand ku wan şewat temirand. Wezîrê dewletê Laurent Nunez îro ragihand ku xetereya agir çû, lê pirs niha ew e ku çawa ev avahî wiha ma.

Serokê Feransayê di serdana Notre Dame de teqez kir ku tiştê herî xerab derbas bû û diyar kir ku ew ê careke din Notre Dame ava bikin.

Ji ber şewatê li hemû cîhanê, ji Ewropa heta cîhana erebî û Brazîlê xemgînî hebû.

Vatikanê xemgîniya xwe ji bo şewata katedrala Notre Dame anî ziman, her wiha şansolyeya Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku katedral sembola Fransa û çanda Ewropayê ye.

Her wiha gerînendeyê giştî yê rêxistina UNESCO’yê Audrey Azoulay piştgiriya rêxistinê li kêleka Fransayê tekez kir da ku parastin û sererastkirina mîrasê bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şewat bi felaketê bi nav kir û pêşniyar kir ku balafirên taybet ji bo temirandina şewatê amade bikin.

Li cîhana erebî jî şêxê El-Ezherê Ehmed El-Teyîb di tweetekê de wiha got: "Ez xemgîn im der barê şewata katedrala Notre Dame ya Parîsê de, ev emareta dîrokî ye, dilê me bi birayên me yên Fransayê re ye."

(jo)