PYD`ê Çarşema Sor pîroz kir

PYD’ê bi boneya sersala nû ya êzidiyan anku Çarşema Sor hemû êzidî pîroz kirin û bang kir ku bi her awayî alîkariyê bidin êzidiyan da ku karibin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin.

PYD`ê Çarşema Sor pîroz kir
16 nîsan, 2019   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro bi boneya sersala êzidiyan anku Çarşema Sor ku sibê ye, daxuyaniyek da û hemû êzidî pîroz kir.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di daxuyaniya xwe de Kurdên êzidî û tevahî gelên herêmê bi boneya Çarşema Sor pîroz kir û tekez kir ku ew bi hemû şêwazan hewl didin da ku komkujî ji tu aliyan li ser çanda êzidî neyê kirin. Her wiha meclisa PYD`ê di daxuyaniya xwe de bang li gelê Sûriyê û cîhanê kir ku bi israr û têkoşîneke xurt ji bo çareseriya aloziya Sûriyê tev bigerin da ku Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk li ser bingeha danûstandina cewherî were avakirin.

(bx)

ANHA