Rêveberiya Xweser dê Kongreya Îslamî li dar bixe

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariyên Kongreya Îslamî ku tê payîn dawiya vê mehê were lidarxistin, Buroya Olan erekedar kir.

Rêveberiya Xweser dê Kongreya Îslamî li dar bixe
15 nîsan, 2019   19:03
EYN ÎSA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li gel hevserokên dest û buroyên rêveberiyê li dar xist. Hevseroka meclisê Bêrîvan Xalid û cîgorên wê û hemû hevserokên deste û buroyên rêveberiyê amade bûn.

Destpêkê raporên xeatên 15 rojan ên deste û buroyan hatin nrixandin.

Meclisa Rêveber biryar girt ku 27 – 28 vê mehê Kongreya Îslamî were lidarxistin û Buroya Olan ji bo amadekariyên kongreyê erekedar kir.

Meclisê daxwaza pêkanîna biryarên Desteya Hundirîn ên girêdayî veguhestinê kir, her wiha diyar kir ku sibe 16‘ê Nîsanê bi Desteya Aborî û her heft komîteyên girêdayî wê re bi cive û mijara kirîna genim ji cotkaran re nîqaş bikin.

ANHA